PEYKA NASA’YÊ LI MERKÛRÊ KET

Peyka MESSENGER piştî ku peywira xwe ya 4 salan ku li gerstêrka herî nezî tavê qedand, bi awayekî plankirî li rûerda gerstêrka Merkûrê xist.

Peyk ango wesayîta lêkolînê li ser gerestêrka rûhesin kortalake nû vekir.

messenger_001
Qada ku MESSENGER lê ketiye. [Wêne NASA]

Wesayîta fezayê MESSENGERa (Rûberiya Merkûrê, Derdora Fezayê, Pîvana Jeokîmye û Dûrahiyê) ku pergala Merkûrê çavderî dikir piştî ku sotemeniya wê xilas bû duh peywira xwe ya 4 salan anî cih û berê xwe da sergoya balûpal ya fezayê.

MESSENGER, duh şev li gor dema Amedê (UTC +2) di saet 21:26’an de bi lezeka 14 kîlomîtro saetî li rûerda Merkûrê xist û li wê derê kratereke mezin pêk anî. Piştî peywira 4 salan MESSENGER tune bû.  

NASA’yê roja pençşemê li gor dema Amedê di saet 21:40’an de piştrast kir ku êdî tu sînyalan ji MESSENGER’ê nastîne û peywira wê bi dawî bûye.

MESSENGER, beriya lêxistinê hewzeyeke tijî-law e, bi çend kîlomîtroyan li dû xwe hişt û kortaleke nezî 15 kîlomîtroyî mezin vekir.

Ji ber ku peyk devera beroj ya Merkûrê ket, ew dema lêxistinê bi teleskopên li erdê nehate dîtin.

Ji ber nezîkahiya Merkûr û tavê, teleskopên fezayê jî bo zirar ku negihîje pergala wan a optic, lilevketinê çavdêrî nekirin.

messenger_final
Weneyê herî dawî ku di 30 Avrêla 2015’an de ji aliyê MESSENGER’ê hatiye girtin.[Wêne: NASA]

Qasî 10 Terabytan agahî berhev kirin.

MESSENGERê 3yê Tebaxa 2003’an dest bi rêwîtiya xwe kir û piştî 8 salan gihîşt rêgehê. Agahiyên ku bi dest dixist, ew dişandin antênên mezin DSN’ê (Tora Kûr a Fezayê) ku li California û Madrida Spanyayê hatibûn avakirin.

Tevî ku peywira lêkolînê ya MESSENGERê di meha Adara 2012’an de bi dawî bûbû jî lê dîsa erka wê 2 salên din jî hatibû dirêjkirin.

Serkeftina herî mezin ya wê wesaîta fezayê, kifşkirina ava hiş ya li ser Merkûrê bû.

Îstatîstikên 4 salan yên peywira MESSENGERê wiha ne:

– Zêdetirî 12 milyar kîlomîtroyî rê çû,

– Li dora tavê 29 caran zîvirî,

– 255 hezar û 858 wêneyên Merkûrê şandin dinyayê,

– Di saetekê de bi leza nezî 146 hezar kîlomîtroyî geriya

– Di rêgeha Merkûrê de 3,308 tur kir,

– Di rêgehê de hezar û 232 rojên dinyayê qedandin.

– Zêdetirî 10 terabytan agahî berhev kirin.

– Edibe Boga

Şîrove Bike