Europa, ji yek peykên xwezayî ya Jûpîterê ye.
Di sala 1610an de ji aliyê Galileo Galilei (peykên li fezayê) ve 4 peyikên mezin hatine dîtin. Li gor nezîkbûna gersterkê di rêza 2. de ye. Ji ber vê jî wekî “peyka 2. Ya Jûpîterê” hatiye binavkirin.
Li gor hin îdîayan, li Europayê jiyan heye. Rûyê peyika Europa ya ku eşkêla wê 3000 kîlomîtroye, bi qeşayê hatiye dorpêçkirin.
Li gor keşfên dawî, di bin qatên qeşayê de şopên golên mezin hatinê dîtin.
>Bi Europa,Ganymede û IO re 2:4:1
Di nava resonansa Laplacê de li dora gerstêrka xwe dizivire.
Resonansa Laplaseyê, IO û ya Ganymedeya Europayê, di mîtolojiya Yewnanan de navê karekterekî ye.
Rûyê wê yê wek mozaîkê, çal û şopên li ser gerstêrkê, nîşanên tevgerên jeolojîk in.
OKYANÛSA EUROPAYÊ
>Rûyê peyka Jûpiterê Europa qalikekî stûr ê bi qeşa ye. (Wêne)
Tê pêşbînîkirin ku di bin qalikan de okyanusên kûr hene; çimkî peyk gava ku di rêgeha xwe ya elîptîk de ye, bi hêza guherbarî ya perîyodîk a Jûpiterê, tê dewisandin û tengavkirin û bi vî awayî germ dibe.
Bi vî awayî, dibe ku li peyka Europayê mîkro-organîzma bijîn û ew jî bibe nîşaneya jiyanê.
Lê nîşanên hidrojenpe-roksidîn û asîda sulfûrîkî ku dibin sedema mirina mîkroorganîzmaya jî hene.
Lê hinek delîlên hirojenpe-roksidîn û asîka sûlfûrîkî ya ku serateya organîk didahûrîne û zirarekî mezin dide jî, heye.
Lê belê, bakteriyên ku di gerdûniyê de tevî şert û mercên herî dijwar de jî dikarin bijîn hatine dîtin.
Ango em dikarin bibêjin, li Europayê jiyan tuneye û bi du-sê organîzmayên beredayî jiyan pêk nayê. Werger ji
Çavkanî: Kovara Zanko