Phile Erka Xwe ya Şandina Daneyan TÎne Cih

Di dîroka mirovahiyê de pêngaveke girîng. Robotê bi awayekî serkeftî daket ser dûvstêrkê û dest bi şandina daneyan kir.

[youtube id=”532A5dTUx3o” width=”600″ height=”350″]

 

Saziya fezayê ya Ewropayê “ESA” beriya deh salan bi peyka rosettayê robot şandibû fezayê û ev robot niha bi awayekî serkeftî xwe daxist ser dûvstêrka çûrmûyov gerasîmenkoyê. Robatê dest bi şandina daneyên dûvstêrkê kir. Robota Laboratuvar Phile gava 10 kîlomîtro nêzî dûvstêrkê bû ji peyka Rosettayê veqetiya.

Robota 100 kîlo bi awayekî hêdî û nerm xwe daxist ser dûvstêrkê û piştî wê jî diviya her du metranên xwe li rûyê kevir bi cih bike. Lêbelê ev yek li gor şîroveya zanyaran ji ber ku erdê vî kevirî bi cemed e ev yek pêk nehatiye.

Dibe ku Robot li ser cihekî xwar disekîne. Herwiha zanyaran da zanîn ku li dûvstêrkê erdkêşî pir kêm e û lê dîsa jî robotê li cihekî qahîm rûniştiye.  Dê ceyrana robotê bi panelan dê ji enerjiya tavê bê peydakirin. Ji niha ve robotê dest bi şandina wêne û sinyalan kir jî. Tê texmînkirin ku ava ku bingeha jiyanê ye ji ber qelibîna dûvstêrkekê li ser rûyê dinyayê pêk hatiye. Zanyar pîlan dikin ku dûvstêrka ku ji cemed û xweliyê pêk tê lêbikolin û veşartiyên gerdûnê derxînin holê.

Dûvstêrka Çuryumov Gerasimenko ango bi navê xwe yê kurt Çûry di saniyeyê de bi leza 18 kîlomîtroyan xwe digîhîne Tavê. Gava ku xwe nêzî dike jî deng derdixe û ev deng jî ji aliyê Rosettayê hate qeydkirin.  Frekansa dengî ya ku mirov bi guhê xwe nikare bibîhîse bi 10 hezar caran hat bilindkirin û bi vî awayî tê hîskirin. Gava ku dûvstêrk xwe nêzî tavê dike dê Rosetta jî ligel wê here û piştre jî di meha Kanûnê de dê vegere dinyayê.

Phile jî dê li ser dûvstêrkê raweste û piştî ku li ber tavê derbas bû dê ligel dûvstêrkê biçe der pergala rojê.

 

Çavkanî: TRT Nûçe

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove Bike