Dibe ku di cîhanê de lîstika veşartokê ya herî dirêj ev e. Pîkaya Ilî (Ochotona iliensis), ku rûyê wê wek hirçan e, ev 20 sal in xwe ji zanyaran veşartiye. Ango em dikarin jê re bibêjin “lîstika veşartokê ya herî dirêj.”
Ev ajalê bipirç, di sala 1983’an de ji aliyê komeke mirovan, bi awayekî rasthatî hate dîtin. Tenê 29 çavdêriyên ferdî hatin kirin. Derbarê tevger û ekolojiya pîkayan de gelek tişt hene, lê nayên zanîn.
Lêbelê lêkolîneran, di havîna sala 2014’an de pîkaya ilî careke din kifşkirin.
Kaşîfê ewil Zanyarê Enstitûya Erdnigarî û Ekolojiya Xinjiangê Weidong Li, ji bo ku li Çiyayê Yezdanî li Pîkayan bigere komeke dilxwaz berhev kirin. Tîmê, rojekê danê nîvro xefka wenêyan ava kirin û li benda pîkayê man. Piştî demeke ji nav zinaran pîkayeke eleqedar xuya kir û li wêneyê ku li jor jî xuya dike di nav de gelek wenê jê hatin girtin.
Tatsuya Shinê ku bi kesên kaşîf re dixebitî wiha dibeje: “Dema ku ajalê xwe veşartî li pişt zinaran dîtin, fêm kirin ku pîka dîtine. Gelekî bi kelecan bûn.”

LI SER SERÊ ÇIYAYAN
Hikûmeta Çînê, Weidong Li’yî ji bo li ser nexweşiyên şewbê û çavkaniyên siruştî lêkolînê bike di sala 1983’an de, şandibû herêma Xinjianga çiyayî. Li, li newaleke nezî Çiyayên Jilimalaleyê lêkolîn dikir. Dema ku lêkolîn dikir, seriyekî piçûk û gewr ku xwe ji derza zinaran derdixe, seh kiribû. Li, çûbû nezî ajal û ne tenê seriyê wî, bedenê wê jî dîtibû.
Bejna ajalî 20 santîm bû. Guhên wî yên mezin û çend şanikên qehweyî û pirçên wî ye gewr hebûn. Ne Li, ne jî şivanên derdor nizanibûn cureyekî çawa ye.
Li, ji Pîkayan yek girt û şand Akademiya Zanistê ya Çînê. Zanyarên Akademiyê jî dabûn xuyakirin ku ev ajal dibe ku cureyekî nû be.
Li, sala 1983’an di meha Berfanbarê de careke din çûbû herêmê, lêbelê tu pîka ne dîtibû. Li, di çûyîna xwe ya 1985’an de bi ser ket. Bi bidestxistina mînakên Pîkayê, ji bo zanistî vê derfeta îspatkirina Pîkayên Ilî dabû.
AJALÊ PIÇÛK YÊ KU DI BIN TALUKÊ DE YE
Wek cureyên pîkayê, Pîkaya Ilî jî li Bakurê Emerîkayê li cihên bilind dijîn. Pîka, di 2800 û 4100 mîtroyan de bi giya û bi cureyên nebatê zikê xwe têr dikin.
Wek ajalên ku li cihê bilind dijîn, Pîka jî ji guherînê derdora xwe tesîrê hildide. Di sala 1990’an de dihat texmînkirin ku hejmara Pîkayan 2 hezar in. Yekîtiya Parastina Siruştê ya Navneteweyî diyar kir ku hejmara Pîkayan kêm bû ye.
Dibe ku, sedema kêmbûna hejmara Pîkayên Ilî, ji ber zext û zordiya çerandina ajalên çewlîgm ne an jî ji ber qirêjiya asîmanan e. Yekîtiya Parastina Siruştê ya Navneteweyî IUCN, Pîkayan pejnbar diwesifîne. Çîn, Pîkayan wek ajalên ku di bin xetereyê de ne û tune bûne qebul dike. Lê mixabin, ji bo ku tunebûna cureyên Pîkayan bên astengkirin, tu gavên berbiçav jî nehatine avêtin. Zanyar Li, dixwaze vê rewşê biguherîne, ji ber vê yekê jî ji bo ku Pîka bên parastin dê keşfkirina cureyên nû bikarbîne.
Kî naxwazê vî rûyî bibine?
– Menazîr Aslan (Carrie Arnold, National Geographic – in English)