Nivîs: Cûneyt Ewrareş |
Miyoptî li dinyayê bi taybetî li Asyayê gelek zêde bûye. Li Çînê ji sedî 90’î ciwanên ku temenê wan di navbera 17 û 19 salî de ye nikarin dûrahiyê baş bibînin. Li gor pêşbîniyan ev rêje di salên 1950’an de bi qasî ji sedî 10 bû. Li gorî Enstîtuya Çavan a DYE’yê jî li welatê wan jî miyoptî pir berbelav e.
Lêkolînerekî ji enstîtuyê Morgan dibêje; “berê wextê me digot xwendekarên ku zêde ders dixebitin rastî miyoptiyê tên, lêbelê îro em difikirin ku sedem ew e ku zêde li derve nagerin û hewa û dûrahiya xwezayî nabînin.” Di derketina derve de berçavka tavê fikra herî baş e. Herwiha di lêkolîneke li Taywanê de jî hat gotin ku xwendekarên ku dikevin navberê ger li derve zêde bimînin û wextê xwe xerc bikin dê bikaribin pêşî li miyoptiyê bigirin. Bergiriya herî baş ya li dijî miyoptiyê jî siruşt e.
Parzemîn Solutions