PIRTIKÊN GERDÛNA ME: ATOM

Di roja îroyîn de êdî her kes dizane ku dinya û her tiştên di hundirê dinyayê de ne, ji atoman –ango ji madeyên ku li navenda stêrkan çêdibin-pêk tên.Milyonek hebê wê heke bên bahev dê bi qasî tîpek ‘’a’’ yê ancax cih bigre. Atom di hundirê xwe de proton û notronan dihewîne û ji ewrên elektronan pêk tê.

Lê ji nû ve teşeya dendika atomê-ya ku wan perçe dike (fisyon) û dike yek- dikeve warê fizîka atomê. Li hêla din ve proton û notron ji perçeyên hin biçûktir ku bi navê kuarkê tê zanîn pêk tên û bi “peykên” ku bi Gluan[1] jî tê bi navkirin xwe bi hev digrin. Lê kes nizane ku di demên pêş me de tiştên ku wê bên keşifkirin çi ne?

Him ji ber şiklê fikra me û sînordarkirina amûrên pîvanê û him jî ji ber perçeyên gelek biçûk ku ji bo hevketina wan enerjiyek pir mezin hewce ye. Sirên atomê ev bi sed hezaran sal in, hêj ji hêla însanan ve nehatine zanîn. Lê tiştên ku em îro derbarê atomê de hîn bûn çawa derketin holê û di vê pêvajoyê de dinya çawa guherî?

‘’Atom bi rastî jî gelekî biçûk in. Bo numune; em milyonek atom bînin ba hev em ê bi tenê bikaribin qasî tîpeke “a”’yê cih bigirin.

HUNDIRÊ ATOMÊ

Dinya ji atomên ji hev mezintir pêk tê.  Atom bi pîkomîtroyê tên pîvan.Grafîka pîkomîtroyê wiha ye: yekeyeke ji trilyon carekê mîtroyê ye. (1/1.000.000.000.000)

Komek atom, ji bo molekûlekê pêk bînin, bi hevre pêwendiyê datînin. Mînak av  (H2O) ji girêdana atomek oksijenê û ji 2 atomên hîdrojenê pêk tê. Herçiqas wekî gogên tenîsê bê zanîn jî rûyê atomê ne wekî gogên tenîsê ye. Atom bi ewrên ku elektronên negatîf barkirî ye tên dorpêçkirin. Pir biçûk in, tîr û û ji dendikên pozîtîf barkirî pêk tên. Li hêla din ve wek valahiya hundirê gogên tenîsan, atom jî wek valahiyekê tê zanîn.Li gorî vê tê xuyakirin em jî di nav de, her tişt ji ne tu tiştî hatine pêkanîn. Dendika ku ji notron û protonan pêk tê, bi qasî girseya atomê beranberî  ji sedî 99 e.

Mesela atoma hîdrojenê protonekê dihewîne, ji ber vê jî nimreya atomê yek e. elektron jî cureya kîmyewî ya atoman diyar dikin. Helyûma ku di dendikê wê de 2 elektron hebe tê ser wê wateyê ku ew dendik hatiye tijîkirin.

[1]Gluan – peyk, (ji glue’aya ingilîzî tê; tiştê ku tesîra navberî û erka zilqokê bi cih tîne).

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike