Nivîs: Alex Clark | Wêne: Getty | Kurdî: Ronya Bewran |
Hin kes di 79. sala mirina nivîskara Îngilîz Virginia Woolfê de, pirtûka wê ya dawîn a bi navê Navberek bo Jiyanê ya ku zêde nayê nasandin, pirtûka wê ya herî balkêş dihesibînin.
Virginia Woolfê ev pirtûk, beriya mirina xwe, dema ku di cîhanê de şer û hengame hebû nivîsand. Ev pirtûka ku zêde nayê nasandin, pirtûka wê ya balkêştirîn e.
Di 27’ê Adara 1941’ê de, Virginia Woolfê ji weşangerê xwe re nameyek bi rê kir û derheqê pirtûka xwe de metirsiyên xwe anî zimên. Li gor Woolfê Navberek bo Jiyanê (Between the acts) bi awayê amade “gelekî tewş û nehêja” bû. Di nameyê de wê dixwest hin guhertinan çêke û pirtûk sala pêşiyê bê weşandin.
Roja din, name hê negihîştibû ber destê Lehmanni, Woolfê bêrîkên xwe bi keviran dagirt û xwe berda nava Çemê Ouseyê û xeniqî. Tengijîna wê dîsa xuya bûbû û bi îhtimaleke mezin, ji ber şerê li Ewropayê girantir bûbû.
Dema ku mir, 59 salî bû. Orlando, Mrs Dalloway û Çiraya Behrê jî tê de bi giştî 8 pirtûk û digel van pirtûkan gelek gotar nivîsandibûn.
Leonard Woolfê ku hem hevjînê hem jî weşangerê wê bû, bi hêjabûna Navberek bo Jiyanê bawer bû. Heman salê di meha tîrmehê de dema ku pirtûk hat weşandin, Leonardî nivîsî ku piştî mirina hevjîna wî pirtûk careke din nehat rastkirin. Wî got; “Lêbelê ez ne bawer im ku guhertinên zêde çêkira.”
Di vê malê de pirtûka xwe Navberek bo Jiyanê nivîsand.
Di Navberek bo Jiyanê de guhertinên bi çi awayî dê çêbûna nayê zanîn lêbelê a rasteqîn ev e; ev roman ne tewş e û ne jî nehêja ye.
Arîşeya Jinan
Digel pevxistina xwezayî ya pirtûkê –pirtûk, qala şanoyekê dike ku maleke li çolê tê pêşandan- a ku Woolfê xwestiye biafirîne “her cureyê jiyanê, bêxwedîtiyê û beredayîbûnê” ye.
Pirtûk; resen, wêrek û bawermend e. Alexsandra Harris di pirtûka xwe ya bi navê “Romantic Moderns” de, derheqê Navberek bo Jiyanê de vê yekê dibêje: “Ev pirtûk ne asayî ye, kûr e û bi têra xwe Îngilîz e, dewlemend û vegotineke xwenas e”. Gotinên Alexsandra Harris ne belasebeb in.
Rexnegir, balê dikişînin ser derfetên civakî û bi taybetî jî li ser mijarên guherînên jinan jî baldar in. Di sala 1937’an de Woolfê pirtûka xwe ya bi navê Sal’ê (The Years) weşand ku ew gelek zêde hatibû firotin. Di pirtûkê de bi 50 salan jiyana malbata Pargiteran hatiye vegotin û derfetên lehengên jin û tengasiyên ku dijîn hatine vekolîn.
Piştî salekê jî gotarên ku di dema The Yearsê de nivîsîbûn hatin weşandin. Bi navê Three Guineas ku weke name ji mêrekî re nivîsîne, Woolfê qala hin rê û rêbazan dike ku bikarin pêşî li şer bigirin û behsa rewşa jinan a civakî dike ku ji ber vê rewşa civakî jin nikare peywirên ku dikevin ser milên wê bi cî bîne.
Xirecir û Bêdengî
Woolf, bi bandora vê pirtûkê û bi şîna xwarziyê xwe yê ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de jiyana xwe ji dest dabû, dest bi nivîsîna Navberek bo Jiyanê kiribû. Sala 1938’an de ku gefên şerî dihatin xwarin, wê ev pirtûk nivîsî û di sala 1941’ê de dema ku li Londonê rastî êrîşan hat, wê ev pirtûk xelas kir.
Woolfê pêşiyê xwestibû navê pirtûkê ‘Pointz Hall’ deyne. Ew der mala li çolê bû ku çîrok lê diqewime. Gengeşeya statuyê di destpêka pirtûkê de xwe dide nîşandan: Enin ji sed salan zêdetir e ji malbata Oliver e û di malbatê de sergewretî hebe jî em fêm dikin ku hebûna xwe gav bi gav mezin kirine.
Bartholomewê sermiyanê malbata Oliveran, li Hindistanê karmend bûye û teqawid bûye. Xwişka wî Lucy Swithin jinebî ye û bi havînan li wê malê dimîne. Herwiha li malê, kurê wî yê ku di banqayê de dixebite Giles û hevjîna wî Isa û du zarokên wan jî dijîn.
Di destpêka pirtûkê de Isaya ku ne ji malbata Oliveran e, li cotkarekî qeşeng dinêre. Em ji van nêrînan fêm dikin ku di wê zewacê de her tişt ne birêkûpêk e.
Hêla herî xurt a pirtûkê ev e; xirecir û bêdengî digel hev hatine vegotin.
Fêmkirina Razên Hişî
Bi serdana Manresa Xanimê bêdengiya malê xera dibe. Manresa mêrekî jî bi xwe re tîne û bala Gilesî dikişîne. Fikra çêkirina şanoyê jî ya wê ye.
Şano qala dîroka Îngilîzan dike û di navbera şanoyê de jî temaşevan şîrove û ramanên xwe dibêjin. Di dawiyê de jî komeke “dilxerab, baldar, xwedîbendewarî û ên ku hin tiştan eşkere dikin” li ser destên wan neynik, tên ser dikê. Û bi vî awayî her kes li xwe dinêre.
Derûniya Woolfê, piştî ku pirtûk diqede, dîsa xera dibe. Di nameyê de ku dişîne Leonardî wisa dibêje: “Piştrast im ku min dîsa aqil avêt. Wisa dixuye ku em ê careke din wan demên tirsehêz nebînin. Û îcar ez ê baş nebim.”
Herwiha civak jî bi ferisînê re rû bi rû ye. Di pirtûkê de rêçên vê hene.
Woolfê ev êşa çalak û nediyar girt navenda pirtûka xwe û ev yek jî ji bo nivîskareke ku dixwaze razên hişî û lehengên berhemên xwe fêm bike guncav e.
Parzemin Soluitons