Komeke lêkolîner li Emerîkayê di sala 2013’an de bi riya nepoxê xwest ku kamerayeke aksiyonê bişîne fezayê û bi derfetên xwe kamera şandin. Kamera çû lêbelê piştî demekê têkilî pêre qut bû.
Hat zanîn ku nepoxa kamerayê teqiyaye û kamera jî ketiye erdê. Di navberê de 2 sal derbas bûn û kamera hate dîtin. Ji ber ku têkiliya bi GPS’ê jî qut bû dîtina kamerayê hinek zehmet bû.
Kameraya GoPro ji ber teqîna nepoxê kete xwarê û ew du salbûn nedhat dîtin.
Kamera dîmenên gelek xweşik girtine. Dîmenên herî balkêş jî yên ji Kanyona Mezin ango ya Grand hatine girtin.
Ji 30 hezar mîtroyê dîmenên herî xweş yên kanyonê hatin qeydkirin.
Bi saya wan dîmenan, dîmenên herî xweşik yên Kanyona Mezin di nav wêeneyan de cihê xwe girt.
National Geographic Kurdî © 2015 / Jêder (vîdeo) – YouTube