PÎVAZA KU GENETÎKA WÊ HATIYE GUHERTIN

red_onion_16x9

Ji ber ku pîvaz hestiran dibarîne, piraniya mirovan nikare hestirên çavê xwe  kontrol bike, gava pîvazan hûr dike û ji çavan hestir diherike. Ji ber ku gava pîvaz tê hûrkirin pêkerek kîmyeyî derdikeve holê û ev yek dibe sedema barîna rondikan.

Li gor Eric Blockê kîmyager dibe ku ev yek dijberî heywanên hovane wek parastinek bê bikaranîn.

Lê belê ev yek aşpêjan gelekî aciz dike. Ji ber vê yekê zanistên Japonî û Zelandî ketin nav hewildanan da ku, ew pêkera ku dibe sedema rondikan ji holê rakin  û di encamê de celebeke din yê pîvaza hilberandin.

Pîvaza ku genetîka wê hatiye guhertin tenê ji bo ceribandinê ye, lê belê armanc ew e ku bi awayekî xwezayî celebekî nû yê ku bête xwarin hilberîne. Teqez e mirov li gel vê agahiyê bigire û rondikên kêfxweşiyê bibarîn e.

 Çavkanî: Kovara Zanko bıxwine

Şîrove Bike