Gelek ajal hene ji heman celebê lêbelê cureyê wan cuda ye. Li vê derê jî ji wan hin ajal hene ku him kêm tên dîtin him jî nifşê wan ber bi xilasbûnê ye. Vaye 11 ajalên ku haya gelek kesan jê tune ye.

Lemurê Ser-Spî | Lemurên ser-spî di 70 salên pêşerojê de dibe ku ber bi tunebûnê ve biçin. Bi taybetî îhtimal heye ku guherînên kişwerî yên li Madagaskarê ji sedî 60’î ji wan ji holê rake. Heke bi tenê dijminê ajalan kişwer be, dîsa jî Lemurên ser-spî dikarin jiyana xwe bidomînin. Guherînên kişwerî dê cih û warên wan jî tengtir bike û faktora mirovan yek ji kujerên sereke ne.

Penguenê Chinstrap ango Rûpoşkirî | Penguenên rûpoşkirî bi saya helîna qeşaya li cemseran ji nû ve nifşê xwe zêde kirin. Ango bindest veguherîn serdestiyê. Di nav 50 salên dawî de hejmara wan pir zêde bû. Lêbelê dîsa jî xirabiyek li pêşiya wan heye. Bi taybetî tîrêjên ultraviyoleyê dibe ku zirarê bide warên wan yên xwarinê û ew jî bibe sedem ku ew vegerin rojên berê. Di pêşerojê de geştûgûzar dibe ku bibe belayê serê wan.

Pilingê Bengalê | Bi bejna xwe ya 3 mîtroyî dişibin cenewarê serdema nûjen. Di nabera 200-300 kîloyî de giraniya wan diguhere. Ev piling avjeniyê jî pir hez dikin. Li ber wan tu nêçîr nikare bisekîne. Hema hema dikarin nêçîrtiya her tiştî bikin. Dikarin ji masiyan heta berazên kovî , heta mirovan jî bixwin.

Roviyê Cemserê | Roviyên spî yên cemserê li lûtkeyên herî bilind yên biberf û bager jiyana xwe didomînin. Hûn dikarin li cemserê tevî hirçên polar rastî van roviyên spî jî werin. Li aliyê din nifşê wan jî di bin xetereyê de ye. Her ku roviyên sorik ber bi bakur ve biçin di navbera her du cureyan de dibe ku dijberiyek dest pê bike.