Wêne: Dûrzan Cîrano | National Geographic Kurdî |
Li pişta her serkeftinekê qehremanek heye. Bi taybetî di nav gelek civakan de serkeftin bêhtir balê dikişîne. Civak beriya qehremanan li serkeftinan dinêre. Li Kurdistanê jî ev her du tişt ketine nava hev. Serkeftin û qehremanî bi hev re diçin. Qehreman xwe li pişta serkeftinên xwe vedişêrin. Dilnizmiya wan dibe perdeyeke di navbera paşxane û pêşaxaneyê de. Ji ber vê yekê ji bo nasîna qehremanan xwendina serkeftinan dibe alîkar.
Em jî bi pey serkfeftinên balkêş çûn û em gihiştin qehremanê wan.
Em bi pey çûn û em gihiştin ku îro pê re hevpeyvînek dikin û jê ji bo pêşerojê hin şîret û pêşniyazan digirin. Dibin şahidê hewleke nuwaze, digihîjin kevirekî hîmê dîwarên hunerê.
Me derfet dît ku em ligel wênegirê Dûrzan Cîrano hevpeyvînek bikin.
Bi kurtasî em Dûrzan Cîrano nas bikin

Dûrzan Cîrano wênegirekî kurd e ku di 1968’an de li Quzêrîba Stewrê hatiye ser dinyayê. Dûrzan Cîrano dibistana seretayî li Farqînê xwend û di pey de li Amedê dibistana amadehiyê xwend. Dûrzan Cîrano ji berê ve heta niha bi sedan cureyên ajalan bi taybetî çûkan girtiye okjektîfa xwe. Li aliyê din demezirînerê ‘Koma Wêneistanê / zêdetirî 8 hezar endam’ û ‘Koma Siruşt-Xwezayê zêdetirî 3 hezar endam’ ya li ser Facebookê ye. Zêdetirî 11 hezar kes îro endamên koma parvekirina wêneyan in. Bi saya wan koman hemû wênegir û dîmengirên Kurd xwe li derekê civandin û kariyan her roj bi dehan wêne biweşînin.
Li aliyên din îro bi sedan wêneyên Dûrzan Cîrano li ser National Geographic YourShot’ê ne û ew jî dibe derfetek ku her kes bikaribe xwe bigihîne cûreyên ajalên li Kurdistanê. Helbet ew wêne û xebatên li pêş in ku em dibînin û ji bo ku em bêhtir bizanibin bê li paşxaneyê çi heye û çi û çawa dike em bibin guhdarê wî.
Çima di wêneyên te de bi taybetî yên li ser çûkan zêdetir in?
Pêşî min bi kişandina wêneyên avahiyên dîrokî û a portreyên mirovan nexasim jî ên zarokan dest bi wênegiriyê kir. Ji bo vê yekê çend caran çûm ciyên weke Stewrê, Mêrdîn, Midyat û Heskîfê ku ji vê hêlê ve gelek dewlemendiyê dihewandin. Bi demê re ez ji vê hewesê ji ber çend sedaman dûr ketim. Ji bo serê we neêşînim hewce nabînim niha li vê derê qala gişê sedaman bikim.
Lê sê ji wan sedeman ji bo min sereke bûn. Hem astengiyên min ên fizikî hebûn li ber serkeftina vî karî û hem jî ez kesekî ji ber sedemên felsefî min xwe ji civakê dûr xistibû û bi salan bû ku di nava çirava maneyê de (gumurî) bûm.
Hinek mirov hene hingî goşt digirin nema dikarin di deriyan re hilên. Ji vê yekê di hindur de mehkûm dimînin. Ên min jî 26 sal têgihên min werê ji civakê dûr goşt girtibûn û zêde zêde xurt-obez bûbûn. Rastiya nava ruhê min û a derve nema li hev dikirin. Ez çûbûm dinyayake dinê.
Çend Wêneyên Çûkan ên Dûrzan Cîrano
Dema ku bi rêya wênekêşokê ez derketim derve ez lê haybûm ku ez hêdî hêdî li vê dinyaya ku jê heznakim vedigerim û dibim parçeyekî wê. Ev ji rihê min re giran dihat.
Min xwest ez têgihên xwe hinekî lawaz bikim û quncikên rihê xwe ji kûpên maneyê pirrtir bi rengan bi xemlînim. Hem ji ber vê û hem ji ber a min li jorê got û hem ji ber ku di vî warî de valahiyek mezin hebû min berê xwe da wênegiriya xwezayê. Ez bi tenê çûkan na, kêzan jî kulîlkan jî, guhandar û xwêrkişan jî, gotina kin çi tiştê ku li xwezayê heye û layiqê kişandinê ye ez wêneyê wî/ê digirim. Lê ji çûkan pirrtir hez dikim. Lewra çûk gelek çalak in û ez heyfa 26 salên li nava nivînan razayî bi bazdana li dûv wan hiltînim…
Ez hînê jî dîmenên balkêş ên avahî û mirovan dikşînim, lê ji bo dîmenên wuha tevgerên taybet nakim û wêneyên ku dikşînim jî ji dervî îstîsnayan zû bi zû bi raya giştî re parve nakim, dixim arşîvê.
Rewşa te ya fizîkî li ber serkeftina te qet dibe astendiyek an jî te dixe zorê?
Rewşa min a fizîkî gelek caran dibe kendal û xwe dixe pêşiya min. Bi rastî ji ber ku ez nikarim xwe ji ser çeng bikim yan jî hilkişim û rêya xwe dewam bikim, xemgîn dibim gelek caran.

Lê ev dil tu car min li nêviyê rê nehiştiye. Nikaribim di ser re derbas bibim jî zû-dereng bi haweyekî di kêlekê re rêyekê dibînim û naveroka daxwaza xwe derbasî wî aliyîdikim. Di karaktera min de giriyê li bin dîwaran tune ye. Dîwarên ku nikarim derbas bibim xera jî nakim, lewra ez ne qehreman im, ne hêza min a xerakirina tiştan heye, ne jî dikarim bedelên xerakirinan hilgirim.
Li bin rûnanêm û nadim girî jî. Yan vedigerim û berê xwe de didim tiştekî din yan jî bi kedek mezin rêyên dirêj û bi fitlonek didim ber xwe û bi haweyekî derbasî pişt dîwêr dibim. Ji ber vê yekê jî karê ku kesek karibe di yek rojê de bike ez di deh rojan de ancax dikarim bikim, lê dikim.
Ji bo wênegir û kaşîfên Kurd pêşniyazeke te heye?
Haya kesî pirr ji giringiya karê wênegiran tune ye dibêjim qey, lê bi qeneata min wênegir tixtorên demê ne û karekî pirr baş û pîroz dikin.
Dem rêwiyê berahiyê ye a ku hişê wê dîrok e, weke çemekî ji ser tiştan diherike û wan diguherîne û weke çûkek difire û diçe. (Jixwe jiyan jî lebatek di navbera kevir û çûkan de ye)
Ji ber vê yekê jî dem weke kesekî egosentrîk zêde subjektîv têkildarî jiyanê dibe, xwe nabîne, nas nake û şaşiyan dike. Wênegir dîmenan ji dema ku fir û çivan diçe digirin û weke eynikekê
didîn ber çavê wê û wê bi xwe re rû bi rû dikin. Bi xwe re rû bi rû bûyin terapiyek çê û mezin e. Wênegir dibin sedem ku dem xwe bibîne, xwe nas bike, li brînên xwe hay bibe û xwe terapî bike.

Demên berê arşîva demê xizan bû lewra di arşîva wê de bi tenê gotin hebûn û pirraniya wan jî ji rastiyên heremî ji hestên civakek biçûk, weke çîrok, fesane xwedî dibûn, ne ji berahiyê û ji gişê dinyayê.
Paşî nivîs kete vê arşîvê. Bi saya nivîsê dem bû xwediyê ling û ber bi herikînê ve bi rê ve çû. Jiyana mirovan jî pêr pêr (pê re pê re) guherî. Lê dema ku kamera hate çêkirin û dîmen ketin arşîva demê dem bû çûk û firiya. Ji wê rojê ve ye wênegir li pey wê ne û ji pêlên wê rastiyên objektîf ku nêzîktirî berahiyê ne zevt dikin û dixin arşîva wê ya berfireh û navneteweyî ku çêtir xwe bibîne, pirrtir li xwe hay bibe û şaşiyên xwe sererast, brînên xwe derman bike.
Heger em li mijarê vegerin ez dikarim pêşniyarek wuha bikim:Wênegirên ku dixwazin dem wî/ê bibîne û derbasî arşîva demê [dîrok] bike divê wênegir demê bi xwe bide
nasandin.Ji bo vê jî heyta ku karibe divê bi dilekî saf û bi nêrînek paqij bi tenê ji bo qenciyê berê objektîva xwe bide kul û brînên demê,başî û xerabiyên wê,xweşikî û nexwşikiyên wê.
Mirovê ku di berfê de birêve diçe,temenê wê heyta tavê be jî ma çima şopekê ji xwe nehêle.Wênegir heger kedekê dike,ma çima xwêdana wî/ê nebe şop ji bo ên ku wê
li pey bihên.Lê ji bo vê rêya ku hûn têde dimeşin yan divê kes berî we têde ne meşiya be yan jî di wê rêyê de weke we bi haweyeke xwerû nemeşiya be. Cî, rê û tiştên nû kişif bikin û ji hêlên herî baş û bi zanebûneke bilind wî/wan di nava kompozisyonê de bi cî bikin.
Ji bo wênegirên naveroka şuxlên wan mirov e dikarim vêya bêjim: We wêneyê kî kişand xwe têxin şûna wî. Bizanibin ku sermiyanê însan ê herî mezin şerefa wî ye.
Halek, rewşek ku şerefa kesekî tahl bike nexin qedraja xwe. Hûn ji bo çi dikişînin û hûn ê li ku derê bi kar bînin zelal bin û derfet hebe kesê ku hûn wêneyê wî dikişînin ji vê yekê agahdar bikin.
Wênegirên xwezayê jî divê bi rihm û hezkirin nêzîkî heywanan bibin. Heta ku karibin ji ber rîska xisar dayînê bilind e divê xwe ji hêlîn, hêk û çêlikan dûr bigirin û hewl nedin ji bo wêneyên wan bikşînin…

Dema we wêne kişand baş xwe zelal bikin ku hûn ê çi bikişînin, naveroka wêneyê wê çi be, hûn çima vî wêneyî dikişînin. Hûn dixwazin kesên ku dema li wêneyê we nihêrtin çi bibînin? Heger hûn nêçîrvanê berahiyê bin hewce nake ku hûn zêde teknîk û kompozisyonê bidin ber çav. Bi tenê li peyama naverokê kûr bibin û zevt bikin. Lê heger hûn dixwazin hawe (teşe) derxin pêş û hestek estetîk hişyar bikin wê demê divê hûn endamên kompozisyonê pirr bi zanebûn di nava kadrajê de bi cî bikin.
Ev jî: Perspektîv, hêla hatina tîrêjê, saeta zêrîn, rengên dijber, xêzik, xêza zêrîn, deq [xal] ên şêrîn û gelek endamên din in. Giş bi hev re kompozîsyonên yeker û xweşik dihûnin… Lê ti car divê neyê jibîr kirin ku naverok û hawe çiqas li hev hatî be wêne wê ewqas rûniştî, xweş û bi tesîr be.
Heta ku karibin berê xwe bidin valahiyan û ji bo dagirtina wan hewl bidin. Ji bîr nekin ku dem camêr e gelek camêr e. Lê ji bo camêriya xwe bi layiqî pêk bihêne divê mirov zanibe çi didiyê û jê çi dixwaze…
Ji bo kaşifan nikarim tiştekî pêşniyar bikim…
Ji bilî wênegiriyê tu karekî din heye ku tu pê mûjil î?
“Bi tenê karê min wênegiriya xwezayê ye.”
Em wek civaka National Geographic Kurdî spasiyên xwe pêşkêşî Dûrzan Cîrano dikin ku daxwaza me ya bo hevpeyvînê venegerand.
National Geographic Kurdî – Cûneyt Ewrareş