Di kovara Science’ê de, bi gotareke zanistî jiyana organîzmayên herî biçûk yên di okyanusê de anî ber çavan. Di xebatê de ku ji aliyê tîma lêkolînê a navneteweyî ve hat kirin, planktonên berhevkirî, hatin hilkolîn.
Her çiqasî plankton organîzmayên herî biçûk jî bin, di okyanusê de % 90’î cih digirin.
Pisporan heta niha 35 hezar cûreyên bakteriyan, 5 hezar vîrûsên nû û 150 hezar nebat û organîzmayên yek şaneyî dîtine.
Hat diyarkirin ku cara ewil rastî piraniya wan cûreyan hatine.

Di nav planktonan de vîrûs, bakterî, nebat û organîzmayên yek şaneyî hene.

Planktonên ku bingeha xurek û qûtan in, nîviyê oksîjena me jî hildiberînin.
Lêbelê heta niha derbarê jiyana nepenî ya li okyanûsan gelek tişt nedihat zanîn. Her çiqas agahiyên bingeh bên dîtin jî okyanîz wekî razeke veşartî li ber bajarên me disekîne.
Heta niha 35 hezar mînak hatin bidestxistin. Ji van bi tenê li ser 579 heban lêkolîn hatin kirin.
Tîma lêkolînê ji 35 hezar mînakên bidestxistî, bi tenê li ser 579 hebî lêkolîn kirin.
LÊKOLÎNA BI SÊ SALÎ
Lêkolîn di navbera salên 2009 û 2013’an de pêk hat û 30 kîlomîtro rê hate borîn. Bi vî awayî ji rûyê okyanûsê heta mîtroyek binê wê, 35 hezar mînak hatin komkirin.
Di lêkolînê de hat fêmkirin ku piraniya organîzmayan li hemberî germahiyê pejnbar in.
Xebat navneteweyî bû û lêçûnên wê jî gihîşt 10 milyon Euroyan.
Pisporan li ser têkiliya di navbera organîzmayan de jî lêkolîn pêk anîn
Bijîşk Chris Bowlerê ku li Parîsê li Navenda Lêkolînê ya Zanista Neteweyî ye; dûpat kir ku ev lêkolîn dikare agahiyên derbarê okyanûsan de veguherîne.
Gelek organîzmayên biçûk ên mîna van pişemasiyên piçûk li her deverên okyanûsê xuya dikin.
Bowler got: “Ser meseleyê me koma vîrusan a bi 5 hezarî dît. Ji van bi tenê 39 heb berê dihatin zanîn.” Û wiha dewam kir: “Me 150 hezar organîzmayên bi yek hucreyê dîtin. Beriya vê 11 hezar cureyên planktonê bi awayekî fermî dihatin zanîn. Delîl di destê me de hene ku hejmar deh caran wekî van e.”
– Menazîr Aslan / Şabiye Aydin (Jêder: BBC)