RENGÊ GOLA TUZÊ YA LI TIRKIYEYÊ ÇIMA SOR E?

2526_a_1
1. Gola Tuz ango bi kurdî Gola Xwê, ji ber tesîra kevza avê, rengê we guherî û bû sor. Îsal, li gorî salên borî li Gola Tuzê gelek baran barî û rêjeya xwê guherî. Barîna zêde di popûlasyona Dunalielia Salinayê ango kevza avê de zêdebûn nîşan da.

 

2526_a_2
2. Bi taybetî li hin deverên Başûrê Rojayê Golê ji ber zêdebûna kevza avê sor bûn. Ew dîmenên xwêya sor û spî ji aliyê Wênegir Murat Oner Taş ve hatin girtin.

 

2526_a_3
3. Her çiqasî ev dîmen ecêeb xuya bikin jî ev bûyereke siruştî û bêxetere ye.

 

2526_a_4
4. Kevza avê, di nav zincîra xwarinên sorewilk ango flamîngoyan de cih digire. Di Gola Tuzê de, kêzikên avê bi kevzê têr dibin û sorewilk jî bi wan kezikan têr dibin.

 

2526_a_5
5. Sorbûna golê, ne tiştekî acep ne jî mayînde ye. Ev sorbûn, li golên Hewza Behra Spî jî gelek caran derdikevin hole.

Şîrove Bike