Bersiva wê pir kurt e û ew jî: “ga bihêrs nabin”.
Çanda guleşa goyan ji Spanyayê dernekeiye. Di serdema ewil de li Greka Antîk, Roma, Misr û Çînê dihat zanîn ku lîtikên bi ga û gamişan pêk dihat. Herwiha jixwe ga û gamiş nikarin rengan bibînin ango ew qet rengê sor fêm nakin.
Baş e, çi wan ewqas bihêrs dike; şapqe, dar û hejandina matador ya sermilê wan gayan hêrs dike. Ango ga naberize rengê sor, ew hejandina pelerînê gayan bihêrs dike. Lê armanca rengê sor ya matadoran rengînî ye yanê tu tesîra wê tune. Li aliyê din qêrîna li hewşengê, liv û tevgera xirecirî jî tesîr li gayan dike. Êrîşkariya matedoran jî gayan bihêrs dike û ji nişka ve diberizin.
Rrengê sor belkî tesîra xwe li gayan nake lêbelê herî zêde li ser mirovan xwe nîşan dide. Gava mirov rengê sor bibîne kelecan pêk tê, dil bileztir diavêje û fişara xwînê zêde dibe. Zanyar hêj sedema vê yekê nizanin lê ixtîmala rengê sor a xwîn û sedemên vê yên derûnî hene.
– Cûneyt Ewrareş