Ne ku Ebola tune bûye. Bi tenê xwe vedişêre. Ji ber vê yekê jî beriya ku vîrusa kujer careke din êrîş bike zanyar hewl didin ku wê bisekinînin.
Dema ku di berfanbara 2013’an de li gundê Méliandou yê Gîneya ku welatekî Efrîqaya Rojava ye lawikekî hêj zarokek nexweş ket, tu kesî texmîn nedikir ku dê ev lawik 3 welatan wêran bike û li her çar aliyê dinyayê bibe sedema destpêka nexweşiyekê. Her wiha dê metirsî û nîqaşên mezin jî bixwe re li cîhanê belav bikirana.
Her wiha tu kes nefikirî bû vî lawikê ku di nava sê çar rojan de jiyana xwe ji dest da bû, bibe pêşengê bi hezaran mirinan.
Navê wî Emile Ouamouno bû. Nîşaneyên nexweşiya wî pir tund bûn.- germbûna zêde ya laşî, pîsiya reş û verişîn.-lê belê tagirtin jî di nav de dibe ku ev sedem hemû, nîşaneyên hin nexweşiyên din jî bûn.
(Rastiya dilsoj ew bû ku li gundên Efrîqayê, mirinên ku ji ber gerimbûna zêde ya sedemên wê nediyar û nexweşiyên ji ber emelê, tgelek caran dihat serê pitik û zarokan.)
Lê belê di vê mînakê de di demeke kurt de xwişka wî ya mezin jî jiyana xwe ji dest da.

Li pey wê, dayîk, pîrik, pîrika gund û hemşîreyek jî mir. Ev nexweşiya ku belav dibû, ji Méliandou gihaşt gundên din yên Gîneya Başûr jî û bêtir belav bû.
Û ev rûdan hemû beriya ku di e-posteyên navbera dinyayê û Gîneyê de peyva Ebolayê balê bikşîne bi sê mehan qewimîn.
Him rayedarên tenduristiya gel yên paytext Konakri ya Gîneyê, him jî şopînerên nexweşiyên vîrusê yên ji derveyê welêt hatine jî dema ku Emile Ouamouno mir ne li Méliandouyê bûn.
Heke li wir bûna û fêm bikirina ku ev bûyera ewil ya nexweşiya Ebolayê ye, dikarîbûn balê bikşînin ser vê rewşa vê ezameta nediyar : Gelo ev zarok çawa nexweş ketibû? Çi kiribû, destê xwe dabû çi an jî çi xweribû? Heke vîrûsa Ebolayê di laşe wî de bû, ji kuderê gihatibûyê?
Vîrusa ebolayê cara ewil beriya niha bi 40 salî derkete holê. Teybetmendiyeke balkêş ya vê vîrûsê jî ew e ku carna bi salên dirêj ji holê winda dibe.
Ji Şewba ku di sala 1976’an de, li Zaire (bi navê xwe yê niha Komara Demokratîk a Kongoyê) belav bû û dîsa di heman demê de li başurê Sudanê ( bi navê xwe yê niha Sudana Başûr) ku vîruseke ji heman cureyî bû sedem, şewbên Ebolayê yên biçûk û mezin bi navberên bêpergal pêk hatin.
Seranserê 17 salan (1977–1994) mirovek jî ji ber vîrusa Ebolayê nemir. Ebola ne vîruseke ku ji ber çavên mirovan biçe û bibe sedema serêşiyeke sivik û herîkîna bêvilê.
Heke ew seranserê 17 salan di laşê mirovan de bûna dê bi her awayî haya me jê çêbibûna.
Li navênda tedawiya Ebolayê Hastings a nêzî paytext Freetowna Sierra Leoneyê, peywirdaran zilamê ku bi awayekî derasayî hewl dida biçe ser dîwar, ji erdê radikin.
Zilamê nexweş piştî 12 saetan jiyana xwe ji dest da û kete nav qurbaniyên ku hejmara wan ji zêdetirî 10 hezaran bû.
Heke vîrus ne di laşe zindiyekî/ê de be bi tu awayî nikare bijî û zêde bibe.
Yanî tiştekî ku jîndar be û bikaribe lê bibe mêvan pewîst e. Ev jîndar dibe ku ajalek, tebatek, kimêyek an jî mîqrobek be ku vîrus bikaribe bijî.
Hin vîrûsên bi zirar di laşê heywanan de dijîn û carcaran derbasî laşê mirovan jî dibin ev yek jî dibe sedema nexweşiyên ku zanyar jê re dibêjin zoonoz.
Ebola jî zoonozek e. Herwiha cureyekî nebaş û balkêş e. Gelek qurbaniyên xwe yên mirov di demek kurt de dikuje û hinekan jî têne ber mirinê û ji holê winda dibe. Lê bes dema ku nabe sedema nexweşiyê, bê deng û his xwe li kuderê vedişêre?
Diyare ku ne di laşê Şempanzeyan de ne jî yê gorîlan de xwe venaşêr e; lêkolînên qadê, nîşanî me didin ku Ebola bi giştî wan jî dikuje.
Dema ku mirov ji ber şewba Ebolayê dimrin di heman demê de di nav şempanze û gorîlan de jî mirinên bi komî pêk hatine û di encama lêkolînên li ser laşê wan yê mirî de jî vîrûs peyda bûne.
Herwiha riyek din ya ebola derbasî mirovan dibe ew e ku; mirov goştê meymunên mirî berhev dikin û dixwin.
Îxtimala ku vîrûs di laşê meymûnên Efrîqarîkayê de dijî pir biçûk e.
Çimkî wan jî mirar dike. Li gor vê rewşê divê xwe li deverek din veşêr e.
Zindiyên ku vîrûsa Zoonozê demek dirêj bêyî tu nîşaneyan di laşê wan de dijî wek Rezervuarên Jîndar tên binavkirin.
Meymûn ji bo vîrûsa zer ya tagirtinê dibîne Rezervuarên Jindar.
Şevşevok/bacemokên Fêkî yên Asyayê ku cureyên wan Pteropus e, di şewba navbera salên 1998-1999’an de a li Malezyayê wek Rezervuarên Jîndar yên vîrusa Nîpahê bûn ku bû sedema mirina zêdetirî 100 mirovî.
Şevşevok/bacemok/Çilên Fêkî li Avusturalyayê jî jîndarên vîrûsa Hendrayê ne.
Ev vîrûsa ku ji çilan derbesî hespan dibe jî encamên wekî bobelatan derdixe holê, piştî hespan derbasî nihêrvanê hespan û beytaran bû û dibe sedema mirina wan jî.
Ev pêvajoya ku ji rezervuarên jîndar derbasî zindiyekî din dibe wek “pêvajoya derbasbûnê” tê binavkirin.
Dema ku em tên ser Rezervuarên jîndar yên Ebolayê…
Heke hûn jî ji wan kesên ku bihîstine li vir jî rezervuarên jîndar Şevşevokên Fêkîne, mixabin wê demê we jî guh daye wê şaşiya ku wek rastiyê hatiye nîşandan.
Çima gelo? Çimkî digel hemû hewildanên hin zanyarên bê tirs, şopa vîrûsa ebolayê ya li xwezayê hêj negihaştiye çavkaniyê.
Di hevdîtina ku beriya niha bi demekê me bi Karl M. Johnson re pêk anî wiha dipirse “Gelo dema ku derbasî mirovan nabe li kuderê ye.”
Johnson vîrologekî navdar e, di warê lêkolînên li ser ebolayê jî pêşengek e, li şaxa patojen ya teybat a Vîralê ya Navenda kontrol û pêşîlêgirtina nexweşiyan (CDC) serokê bere ye.
Û di heman demê de ew yek ji wan kesa ye ku di şewba ewil a sala 1976’an de ya li Zaîreyê serokê tîma midexaleyê ya navneteweyî ye.

Her wiha ew serokê tîma ku li laboratuvara CDCyê vîrûs îzole kiriye û ji bo zanistê tiştekî nû derxist, ji aliyê din ve çemekî li Zahîreyê –Çemê Ebolayê- bi nav kiriye.
Johnson hêj ji wê deme de meraq kiriye, gelo cihê ku vîrûs xwe li xwezayê vedişêre kuder e.
Lê belê hewcêdariya bi lez û bez a alikariya mirovahî ya di dema belavbûna şewba Ebolayê de, lêkolînên derbarê ekolojiya Vîral de zehmet dike, nebaş û nexweş dike.
Heke hûn gundiyekî Efrîqarîkayî bin, dema hezkiriyên we di torbeyên cendekan de tên birin, hûn ê nexwazin ajalên guhanî yên biçûk ji aliyê biyaniyên ku tulumên spî li xwe kirine tên serjêkirin bibînin.
Bi kurtasî Johnson dibêje ku piştî şewba ewil bi 39 salan derbarê Rezervuarên jîndar de em agahiyên kêm hîn bûbin jî hêj “nasnameya wan nehatiye diyarkirin û ev jî hêj pirsgirêkeke mezin e.”
STARGEHA ÇILAN
Piştî sedema mirinên komî yên li başûrê Gîneyê wek Ebola hat nîşandan û ev gotegot belav bû, di Adara 2014’an de ji bo lêkolînê, Fabian Leendertzê ku li Enstîsuya Robert Koch ya Berlinê dişixule û di serî de bi teybetî li Efrîqarîkaya Rojava li serzoonozên kujer yên li xwezayê lêkolînan dike, digel tîma xwe çû herêmê.
Beytar û Ekologê Nexweşiyan Leendertz, bi armanca ku li ser şewba him di şempezayan de, him jî di hin ajalên din de ye, lêkolînan bike, ji Parka Navneteweyî ya Taï (Perava Diranfîlê) ku ev 15 sale lê dixebite, daye rê û bi rêbejê gihaştiye Gîneyê.
Tevî sê wesayîtên mezin ku tijî amûr û mirov, 2 pirs jî ligel wî hebûn.
Gelo di nav Şempanzeyan de an jî ajalên kovî yên din de mirinên komî pêk hatin û mirovên birçiyên goşt ew mîqrob ji laşen mirar ên ajalan digirtin? An jî gelo Têkiliya wî ya bi Rezervuarê jîndar ê Ebolayê ku nayê zanîn re çiye, bi qurbaniyê ewil ê mirov çawa peyfa bûye? Leendertz, wê demê hêj Emile Ouamouno nebihîstibû.
Tîma ku li du cihên parastinê yên daristanê, di çarçoveya planekê de geriya û bi rayedar û welatiyên herêmê re axivî, tu şûn an jî şopên derbarê Şempanze an jî ajalên bi guhanên mezin ku bi awayekî derasayî mirine, bidest nexistiye.
Piştre bala xwe hemû dane Méliandou, ji niştecihên gund derbarê dareke ku nava wê tijî Şevşevokin çîrokeke balkêş bihîstibûn.
Yên ku di vê darê de bicîh bûne, ne Efrîqaerîdeyên mezin bûn ku di tarîtiyê de bo fêkîxwarinê an jî wek qijikên şevê bi xemlekê li asîmanan difirin.
Evana şevşevokên/çîlên biçûk bûn ku bi lez difiriyan, kêzik dixwarin û ekolokasyonek dikirin bûn.
Niştecihên herêmê ew wek “lolibelo” bi nav dikirin.
Bi qasî mişkan zêde bûn û bêhn ji wan dihat. Terriyeke wan a livok ku ji piyên wan ên paş dirêjtire, hebû.
Tîma Leendertz wêne nîşanî gûndiyan da û xwest ku wê ajalê tarîf bikin. Bi îxtimaleke mezin wan fêm kiribû ku gundî behsa Şevşevoka/Çila bi Terriya serbest a Angolayê (Mops condylurus) dikin.
Di dareke ku li kêlaka Şiverêyekê hatibû çandin û piştî demeke dirêj bûbû şaxorekê, bi awayekî refî bi cîh bûbûn.
Lê belê beriya cend hefteyan, bi îxtîmaleke mezin di dema berhevkirina hingiv de şewitî bû. Ev dar wek “stargeha şevşevok/çilan” di mêjiyê mirovan de cih girt, lewra şevşevok/çil pir zêde ji dara şewitî derketibûn.
Gundiyan derbarê dara ku nava wê vala bû, ji tîma Leendertz re tiştekî din jî gotibû.
Zarok – bi îxtîmaleke mezin Emile Ouamouno jî di nav wan de bû- di şaxora vê darê de lîstine û carna çil jî girtine. Û bi ser de carna ew bi bistê ve kirine, biraştine û piştre jî xwarine.
Şewba 2014’an wekî li Méliandou, li gundê Kroo Bay ê Freetownê û qadên bajarî jî belav bû.
Qerebalixî, xizanî û kêmasiya xizmetên tenduristiyê bû sedem ku şewb zû belav bibe û tirs û hêrsbûn zêde kir.
Leendertz, bi hemkarêkî xwe yê pispor ku derbarê mînakên DNA’yê yên derdorê bidest bixe şêwirî û hîn bû bê wê çawa ji bin vê dara ku çilan ew ji xwe re kiribû sitargeh, agahiyên van cureyên çilan bide nasîn, bidest bixe.
Leendertz dibêje;“Min rahişt kevçiyekî textikî û tupên xwe û ji bo ez mînakên axê berhev bikim ez geh bi vî alî ve geh bi wî alî ve çûm.”
Û bi vî awayî zindiyekî din- vê carê ne çila fêkiyan, çileke ku kêzikan dixwe- kete lîsteya namzedên rezervuarê jîndar ya Ebolayê.
– Edîbe Boga / Kovara Zanko Hejmara 5’an