Nexşeya Rêwîtiya Perperokan

RÊWÎTIYA JI KANADA HETA MEKSÎKAYÊ: LI SER PERÊ PERPEROKÊ

Hûn dixwazin bi perperokan re dest bi gereke nuwaze bikin ku ew ger ji Kanadayê dest pê dike û li Meksîkayê bi dawî dibe? Zêdebûna perperokan[1] ya piştî koça wan a bêhempa ku wekî nuwazeya siruştê tê binavkirin mixabin ji ber tehrîbata daristanan di xetereyê de ye!

BÛYERA NUWAZE YA SIRUŞTÊ DI XETEREYÊ DE YE

butterfly_2_by_ralfpfaarphotography-d6e3niw

Perperok bi koça xwe ya 5 hezar km’yî ve dixwazin nifşên xwe di daristanên Meksîka yên biçûk de bidomînin, lêbelê daristanên ku perperok dixwazin di dawiya rêwîtiya xwe de lê bihêwirin, bi tunebûnê re rûbirû mane, dibe ku koça wan dubare nebe. Lehengên vê rêwîtiya ku bi perên cinawireke biçûk a mîna perperokê pêk tê, perperokên hikumdar in.

PERPEROK

Perperok aîdê koma Lepidopterayê ne, wekî kêzikan tên pênasekirin ku di nava rojê de difirin. Qonaxên jiyana wan ji lawra, krîzalît û kamiltiyê pêk tê. Firrîna perperokên ku bi gelemperî xwediyê perûbaskên rengîn in, bi awayekî aşkere lerzok e.

Perperokên hikumdar jî giyayî û kardûyî (sonchus oleraceus) ne.

images

Perperokên hikumdar cureyekî perperokan e ku nav û wêneyên wan li dinyayê zaf rind tê zanîn û li Zelendeya Nû, Giravên Qenariyê û Awistralyayê tên dîtin.

Li ser perên perperokên hikumdar nexşên reş hene ku li ser rengê pirteqalî hatine xemilandin. Li ser perên perperokên hikumdar yên mê xetên tarî hene, lêbelê di nava perên piştê yên perperokan de xal heye û perperokên nêr ji yên mê mezintir in.

Sedema herî girîng ya binavûdengbûna perperokan li dinyayê koça wan ya ber bi başûr a dûvûdirêj e ku ev koç ji sê çar nifşên wan ve pêk tê. Tişta balkêş ne koçkirina perperokan e lêbelê dirêjahiya rêya wan e. Di mehên havînê de dest bi koçê dikin, di mehên zivistanê de di ser heman riyê re vedigerin. Perperokên hikumdar take-perperok in ku wekî çûkan him ber bi bakur û hem jî ber bi başûr ve koç dikin. Lê perperokek ku bikaribe vê rêyê ji serî heya dawî temam bike, tune ye. Perperokên mê di vê rêyê de nifşên dahatûyê tînin rû dinyayê.

monarch-butterfly-665x385

Perperokên ku di dawiya îlonê de, ji Çiyayên Rockyê yên Kanadayê bi rê dikevin, berê xwe didin Meksîkayê û xwe digihînin daristanên berrû û merxan yên li herêma Michoacanê. Rê demeke dirêj dikişîne û ev yek jî têra emrê perperokan nake. Perperokên ku di serê mehên havînê tên dinyayê xwediyê temenekê du-mehî ne.

Têjikên dawî yên demsala havînê jî ji ber ku dikevin demeke wisa ku nikarin çêlikan derxin, tenê heft mehan dikarin bijîn. Di vê heyamê de, perperok ber bi herêmên ku dê bikaribin zivistana xwe lê derbas bikin, dikevin rê. Niha em ê bi xwe bibin şahidê vê bûyera neasayî ya siruştê.

MICHOACAN

100 km li rojavayê Meksikoyê, lap di navenda Meksîkayê de herêma Michoacan cih digire. Michoacan ya ku di seranserê çiyayên berz yên li navenda bajêr cih digire ji Okyanûsa Pasîfîkê dest pê dike û bi daristanên xwe yên berû û merxan ve meriv dibêje qey dîmenekî ji bihuştê ye. Daristanên darên pelstrî yên ku li ser qadeke bi çend hektarî belav bûne, her zivistan dibe cih û warê bi deh milyonan perperok.

AreaMigrateAcross

11 CARAN HÊJAYÎ TÛRA DINYAYÊ YE

Rêwîtiyên nûwaze yên perperokên hikumdar, yekem car di sala 1975an de hate kifşkirin. Zanyarên ku lêkolînên dûvedirêj kirin, kifş kirin ku perperok ji piştî rêwîtiyeke pirr dirêj her sal têne vê herêmê. Ev, mezintirîn koça kêzikan a li dinyayê ye. Perperok rewîtiyeke 5 hezar kmyî dikin ku ji Kanadayê dest pê dike û li Meksîkayê bi dawî dibe. Ev rewîtî ji bo mirovekî, miqabilê 11 tûrên dinyayê ye.

Rêwîtiya perperokan her sal bi hezaran kîlometreyan ji bakur dest pê dike. Hatina dawiya havînê nîşana destpêka rêwîtiyê ye. Germahî dadikeve, roj kurt dibin. Perperokên hikumdar, ji bo xwe bigihînin herêmên germ ên Meksîkayê derdikevin rêwîtiyeke sê-mehî. Vekolîna vê koça balkêş, bi saya hin zanyarên kêzikan pêk tê ku çavdêriya vê rêwîtiyê dikin.

ROJÊ 100 KM

Performansa perperokên hikumdar yên ku bejna wan 10 cm ye û ji nîv gramî jî siviktir in, derasayî ye. Rojê zêdetirî 100 km’yî rê diçin û rêwîtiyeke bi serpêhatî dikin.

Bayê ku di vê rêwîtiyê de karê wan hêsan dike, alîgirê wan ê herî baş e. Heke ba tune be, perperok nikarin hêz û enerjiyê peyda bikin da ku mesafeyeke ewqas dirêj biçin. Perperokên ku bi tevgera hewayê ve tên guhastin, komên mezin yên ku dibin daneyên meteorolojîk jî pêk tînin.

REWŞA HEWAYÊ JI BERÊ DE DIZANIN

Dema kêzikên wiha biçûk e, rêwîtiyeke ewqas dirêj dikin bi rastî jî zaf bala mirovî dikişîne. Li ser rêya perperokan egerên rûbirûbûna rewşên hewaya xerab yên wekî barana gurr, bahoz û birûskê hene. Perperok dizanin dê hewa kengê xerab bibe û divê kengê navberê bidin firîna xwe. Ji bo ku ji deryayên mezin û deştên fireh re derbas bibin û xwe bigihînin armancên xwe li bendê ne ku ba ber bi aliyê rast ve bizîvire û bager jî bisekine. Ev rewş ji aliyê zanyaran ve pirr balkêş tê dîtin.

PERPEROKÊN STÊRKNAS

5237599ad74d09af58000098

Zanyarên ku dixwestin fêmbikin bê perperok çawa rêya xwe dibînin li ser wan ezmûnên cihêreng çêkirin, sermeselê anîn perperokên ku herêma Kansasê girtibûn 1500 km ber bi rojavayê ve birin. Serê pêşîn, perperokan wekî ku hê jî li Kansasê bin rêya xwe dewam kirin. Piştî çend rojan meseleyê fêm dikin û rêya xwe diguherînin. Wateya wê ev e; perperok bi awayekî xwediyê agahiyên stêrnasî û manyetîkî ne, û van agahiyan ji bo ku rêya xwe bibînin bi kar tînin. Ev yeka diyardeyeke seyr a biyolojîk e. Lêbelê, ev mucîzeya xwezayê di bin talûkê de ye, lewra wargeha ku di dawiya rêya xwe de digihînê tê tehrîbkirin!

JÎNEWARÊN WAN YÊN GERMIYANÊ TÊN TUNEKIRIN

Her çiqas ji ber rêwîtiya mucîzewî ya perperokan, hin dildayî ecêbmayî bimînin jî xweza bi xwe li hember dinyaya ku em xisarê didinê paş vedikişê. Perperok, di seranserê rêya xwe de, di ser daristan, avzê û deştên dirêj re nafirin, lêbelê li ser okyanosên asfaltê, daristanên balaxaneyan û zeviyan difirin ku heta qirika xwe di nav dermanên kîmyewî de mane. Wexta ku perperok xwe digihînin daristanên Meksîkayê, dibînin ku jînewarên wan yên germiyanê bi destê mirovan hatine kavilkirin.

MÎKRO KLÎMAYA PÊWÎST

Çiyayên li Michoacanê ku dirêjahiya wan 3 hezar metroyî ne bi daran ve hatine pêçandin, ev çiyayên bilind ji bo perperokan mîkro klîmayeke pêwîst dabîn dikin. Bi milyonan perperok ji bo ku xwe ji rewşa xirab a hewayê biparêzin û ji germa wan sûdê werbigrin xwe bi gewdeyên daran ve dizeliqînin. Gewdeyên daran çiqas mezin bin ewqas zêde germahiya xwe diparêzin. Jixwe tam jî ji ber vê yekê parastina rewşa heyî ya daristanê zaf girîng e. Divê dar têra xwe mezin bibin da ku bi vî rengî di demên sar û seqemê de bikaribin perperokan biparêzin.

BIRRÎNA DARAN YA NELEGALÎ

 

Daristan, her diçe biçûk dibe. Ligel rêziknameya ku di sala 1986an de derketiye û armanca wê parastina daristana ye, tunekirin û xisara li ser daristanan her berdewam e. Li herêmeke biçûk be jî birrîna daran, wê derê ji bo perperokan dikare bike cihekî bêstar.

monarch_highlands_mexico_big

Çend darên ku mane jî ji bo penahiya perperokan a zivistanê têrê nake.

Birrîna daran ya bi kesbdar ku bi awayekî qaçaxî tê kirin di ber re zêde dibe. Banka Cîhanê ji bo karê birrîna daran êdî bi dawî bibe, û daristana 4 hezar hektarî be parastin ji aliyê aborî ve alîkariya gundiyan dike. Lêbelê çeteyên darbirr ên qaçax û derqanûnî her roj bêtir bi talûke dibin.

150 MILYON PERPEROK

Li daristanên Meksîkayê perperokên ku ji hewldana bo wan tê kirin bêxeber in, dawiya dawîn koça xwe ya mezin temam dikin. Di serê Mijdarê de, di ser gundan re, bi komên ewrên mezin ve xwe digihînin herêma Michoacanê. Zanyar texmîn dikin ku hejmara van perperokan li derdora 100 – 150 milyonî ye.

SK_Mexico_butterfly_wmain

 

Perperok bi qasî mehekê qet ji dewsa xwe nalivin, tiştekî naxwin, bi ser hev de lod dibin, heta wê roja şahiyê ya ku wê ji xewa zivistanê şiyar bibin, dikevin xewê. Li ser şaxên daran bi komên ewqas mezin dicivin ku şaxên daran di bin giraniyê de ditewin.

Hewaya hênik ya meha adarê perperokan şiyar dike.

 

[1] Perperok – pinpinik, pepûle.

 

 – Omer Delîkaya – Kovara Zanko National Geographic Kurdish © 2015

Şîrove Bike