RÊWÎTIYA VOYAGER’Ê YA DÎROKÎ

Voyager 1 û Voyager 2, du sondayên fezayê yên cêwîn e û ji aliyê Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ve  di dîroka 5’ê Îlona 1977’an de hatine şandin bo fezayê. Rêwîtiya Voyager 2, bi 16 rojan piştî ya Voyager 1’ê dest pê kir û bi giştî wek projeyên Voyager a bêmîrov tên binavkirin. Projeya Voyager bi armanca ku ber bi kûrahiya fezayê ve biçe û derbarê kûrajiya fezayê de agahiyên nû û wêneyên ji der dinyayê ji me re bişîne.

maxresdefault

Giraniya wesayîtên Voyager 815 kîlo ne û niha tiştê ji dinyayê herî dûr ku bi destê însanan hatinê çêkirin ew in. Li ser Voyagerê 115 wêne û peyam hene ku ew derbarê dinyayê de agahî û zanyariyên mayînde didin. Di wêneyan de cûdatiya mirovan, şêweya mirovan a anotomî, derbarê çanda mirovan de hin agahî û bi 55 zimanan jî silav hene. Hemû peyam li “Plaka Zêrîn” hatine tomarkirin û ev proje jî ji aliyê komiteya bi serokatiya zanyarê navdar Carl Sagan ve hatiye amadekirin.

voyager-1-2-golden-record-replica-4
Plaka zêrîn a ku ligel Voyagerê hatiye şandin. Li ser plakê cîh û kordînatên Erda me bi awayekî hûrgilî hatiye nexşandin.

Ev hemû peyamên ku dinyayê dide nasîn ji bo fezayiyan e û dibe ku di pêşerojê de ew jî wan peyaman bigirin û bi me re têkevin têkiliyê.

Baş e! Lê Voyager niha li ku derê ne û çiqas ji me dûr in? Voyageran dest bi rêwîtiya xwe kir şûnde, ewil serdana rojgerên Jupîter û Satûrnê kirin, derheqê her du rojgeran de nêzî 50 hezar wêneyên bi hûrgilî û pîvanên zanîstî ji dinyayê re şandin. Li aliyê din ve Voyagerê di navbera salên 1986-1989an de li Ûranûs û Neptûnê lêkolîn kir û 10 peykên nû yên Ûranûsê kişf kir.

Di sala 1990’an de êdî enerjiya Voyagerê gelek kêm bû, bi tenê dikarî manewrayekê pêk bîne. Ji Voyagerê erkeka dîrokî hat xwestin ku wêneyên herî dûr ên dinyayê bikişîne. Li ser daxwaza Carl Sagan, NASA’yê ew ferman da Voyagerê û wêneyên dinyayê hatin girtin. Û di wêneyan de hat dîtin ku dinya ji wê dûr e, bi qasî niqteyekê ye û ew wêne wek “Xaleke Şîn a Temirî-Pale Blue Dot” hat bi nav kirin. Ev wêne li dinyayê di navbera wêneyên herî navdar de cîh digire.

Pale-Blue-Dot
Xala şîn a temirî.

Voyager lêzê xwe ji “kêşana baristeyî” digire û ji ber vê jî di çirkekê de 17 kîlomîtroyan bi dûr ve diçe. Voyager 1 bi vê leza xwe, di 38 salan de nêzi 19-20 milyar kîlomîtroyan ber bi hundirê fezayê ve çû. Wek tê bersandin ku Voyager niha di tebeqeya Heliosferê de (Tîrêjên Rojê  li vir ji aliyê hin gazan ve tê absorbêkirin. Li gor hin zanyaran ew der sînorê pergala Rojê ye.) derbas dibe.

Voyagers-Golden-Record-1977
Plaka Zêrîn, dengê qeydkirî û nexşeya neqşkirî.

Zanyarên stêrknas wisa pêş dîbinin ku Voyager di çend salên pêş me de, dê ji sînorên Pergala Rojê derbikeve. Voyager piştî ku ji Sîstema me ya Rojê derket, dê heya sala 2025ê ji me re agahiyan bişîne, lêbelê ji ber ku wê demê dê enerjiya wê biqede, dê di berdewamiya rêwîtiya xwe de êdî bitenê be.

Voyager ji sîstema me derket şûn de, ji bo bigihîje sîstemeke rojgeriyê dema herî nêzîk 40 hezar sal şûn de ye. Voyager her çiqas bi teknoliyeke kevn hatiye çêkirin û şandin jî rêwîtiya xwe ya dîrokî didomîne û hêjî erka xwe bi cîh tîne.

– Mehmet Karakuş / Kovara Zanko

Şîrove Bike