RHINOCEROTIDAE – YEKŞAXÊN SÎNORNENAS

Kerkedan ji ber şax[1] an jî qolincên xwe gelek bala nêçîrvanên bazirgan dikişînin. Du saziyên parastin û tûrizmê Great Plains Conservation û Beyondê plana barkirinê dikin ku 100 kerkerdanan ji Efrîqaya Başûr bibin Botsvanayê.

Kerkerdanên li Efriqaya Başûr bi projeya “Kerkerdanên Sînornenas” dê ji  nêçîrvanên bazirgan bên parastin. 100 kerkedanên spî û reş ji cihên ku gelek kerkedan lê hene, dê bibin Botsvanaya ku cihekî ewle ye.

Bi saya projeyê dê 100 kerkedan ji cihên ku nêçîrvanên qaçax lê hene, dê bibin cihekî ewle. Bi taybetî Botsvanaya ku nêçîrvanên qaçax li wir tune. Her wiha ev proje dê alîkarî bide armanca Botsvanayê jî ku dixwazin heta 2016’an hejmara kerkedanên wir bigihîje 400 heban. Li aliyekî dê jiyana kerkedanan bê xilaskirin li aliyê din jî ji bo hejmara kerkedanan zêde bibe û li cihekî biewle bijîn piştgirî dê bê dayîn.

Projeya “Kerkerdanên Sînornenas” ji xeynî Wezareta Jîngehê ya Botsvanayê, Hezên Parastina Botsvana û Beşa Jiyana Hov bi gelek saziyên civakî re tê meşandin.

 – Menazîr Aslan

[1] Şax – qolinc, streh.

Şîrove Bike