ROJEK JI ROJÊN ASAYÎ YÊN LI KÛRAHIYA BEHRÊ

Li fiyorda Svalbardê ku di navbera Norwêc û Cemsera Bakur de ye seranserê 3 salan lêkolînek hatiye kirin. Di encama lêkolînê de derketiye ku  tevî zivistana dirêj û sar a li cemserê, di okyanusê de liv û tevgereke zêde ya jîndaran heye.

_85722976_de27-1
[Wêne: Piotr Balazy, Institute of Oceanology]
Encamên lêkolînê di kovara zanistê ya Current Biologyê de hate weşandin. Encamên vê lêkolînê bi dîmenên bilezkirî yên li kûrahiya behrê hate piştrastkirin. Proje ji hejmarên cûrbicûriya ekolojîk û xwarinên di zikê masî û çûkan ve hatiye zelalkirin. 

Ev ‘time lapse’ ango “dîmena bilezkirî” dide nîşan ku masiyeke morînayê ya mirî ku   di bin ava tarî ya okyanusê de çawa bala gelek jîndaran dikişine.

Jêder: Piotr Balazy, Akademiya Zanistan a Polonyayê, Enstitûya Okyanusnasiyê

 – Bariş Ozdmeîr li ser Twitterê @ozdmrbaris89

Şîrove Bike