Awirên Neçariyê - Salvegera Erdheja Wanê 23.10.2013 - 13:41. Awirên neçariyê û bendewariya jiyanê. Wêneyê Yunus Geray wê demê bibû sembola erdheja mezin. Ew wêne ji aliyê peyamnêrê ‪#‎Reuters‬'ê Umit Bektaş ve du roj piştî erdehejê hate girtin. Di bin kavilan de bendewariya jiyanê. Di erdjeja yekem a Wanê de nêzî 610 kesan jiyana xwe ji dest da. Mirin, neçarî û zivistan bi hev re li gelê bajêr xist. Ji ber zehmetiya jiyanê nêzî 500.000 kes bajêr terikand û berê xwe dan bajarên din ên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Tevî çend sal derbas bibin jî birîna ku erdhej li dû xwe hişt hêj benda dermanekî ye.

SALVEGERA DILSOJIYÊ: BI 7 WÊNEYAN ERDHEJA WANÊ

 

Erdheja Wanê 2011 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistanê rûdaye ye. Di 23’ê cotmeha 2011’an de, di saet 13:41’ê de pêk hatiye û bi qasî 25 çirkan berdewam kiriye.

Navenda erdhejê 17 km ji bajarê Wanê dûr e, nêzîkî gundê Sorsoratê. Derbarê hêza erdhejê de nêrînên cuda hene. Piranî dibêjin hêza erdhejê 7,2 pîle bûye. Erdhejê ziyana mezin da parêzegaha Wanê.

Balafirgeha Wanê jî ziyan dît û bo demekê seferên balafiran hatin rawestandin. Bi sedan avahî hilweşiyan, dibistaneke sitarê ket xwarê. Tesîra erdhejê li seranserê Bakurê Kurdistanê (Îdir, Colemêrg, Riha, Erzirom, Agirî, Mêrdîn, Amed, Mûş, Bedlîs, Qers, Batman, Sêrt) rûda. Herwiha erdhej li bakurê Israîl, Îran, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê jî hatiye hîskirin.

National Geographic Kurdî © / Jêder: Wikipedia

Vaye bi 7 wêneyan erdheja Wanê.

Şîrove Bike