Xwarin, têkiliyên zayedî… Her du jî ji bo merivan û ji bo şempanzeyên ku xizmên wan ên nêz in du tiştên girîng in. Merivên zanistê yên homo sapiens, ev çend sal in li ser vê lêkolîn dikin ku gelo cureya şempanzeyên Pan troglodytesê, xwe di van her du mijaran de çawa têr dikin. Lê encam? Tevlihev e. Şempanzeyên mê di nav pênc û şeş salan de carekê diwelidin; ev dem li gorî jîndarên bi bistan ên din demeke dirêj e.
Primatolog Melissa Emery Thompson dibêje, şempanzeyên mê ji bo ku zêdetir bibin, bi piraniya nêrên ku nas dikin an jî bi hemûyan re dikevin têkiliyê. Yên nêr jî bi hevalên xwe yên nêr re têdikoşin û şer dikin. Li gorî hin lêkolînan şempanzeyên nêr ji bo ku bala şempanzeyên mê bikişînin û bi wan re têkevin têkiliyê, nêçîrên xwe an jî tiştên ku didizin bi wan re parve dikin.
Li Rojavayê Efrîqayê, di 2007’an de li ser şempanzeyan lêkolînek hat kirin. Di vê demê de hat dîtin ku şempanzeyeke mê bi yekî nêr re dema xwe zêdetir derbas dike ku şempanzeyê nêr papayayê ku diziye bi wê re par ve dike. Serlêkolîner Kîmberley Hockîngs wisa difikire ku ji bo “Armancên cuda” dibe ku “Fêkiya qedexe” bi awayê guhertinê bi dest xistibe.
Li gor gelek lêkolînan teoriya “Ji bo têkiliyên zayendê, xwarin hewce ye” şaş e. Emery Thompson vê rewşê wiha dide xuyakirin: “Ji bo ku ev fikr balkêş e meriv lewma piştgiriyê didin”. Di lêkolîna şempanzeyan a xwe de derbarê xwarin û têkiliyên zayendî de mijareke cuda kifş kiriye. Şempanzeyên mê nikarin xwarinê, bi hêsanî bi dest bixin.
Ji ber ku şempanzeyên nêr ên ku dixwazin bi wan re bikevin têkiliyên zayendî, li derdora wan tijî ne. Ev jî bandorê dide ser welidandin û berdewamiya nijada wan. Ji ber vê jî îxtîmala zêdebûna wan û domandina nifşên wan kêm dibe.
– Şabiye Aydin