BBC Earth Report | Parzemîn Soluions |
Li seranserê dinyayê di nava salekê de zêdetirî milyarekê telefonên destan tên firotin. Lêbelê di her telefonekê de bi taybetî jî di hilberîna amûrên elektronîk de metalekê tê bikaranîn ku ew kêm tê dîtin. Navê vê metalê Koltan e.
Koltan li Awistralyayê bi taybetî jî li gola Kivuyê ya ku li Komara Demokratîk a Kongoyê ye tê bidestxistin. Herêma li Kongoyê ya ku Koltan lê tê derxistin, cihekî sedema şerê navxweyî ye.
Koltan di hilberîna kondansatorên elektronîk de, amûrên biceyran; telefonên destan, DVD, moşek; çek, lîstikên vîdeoyê û kompîturan de tê bikaranîn. Koltan metaleke wisa ye ku parçeyek ji jiyana me ye.
Komara Demokratîk a Kongoyê yek ji welatên herî mezin ê Efrîqayê ye. Li welêt demeke dirêj şerê navxweyî hebû û heya niha di vî şerê navxweyî de zêdeyî 4 milyon mirov jiyana xwe ji dest da.

Ji ber ku xebatên derxistina Koltanê bi awayekî bêsînor û zêde tê kirin, erd dimehe û ax zirarê dibîne. Gol û çem jî gelekî qirêj dibin û jîndarên ku lê dijîn jî bi xetereya tunebûnê re rûbirû dimînin. Ji ber derxistina metala Koltanê hevsengiya ekolojiyê diguhere û ji vê yekê zirar digihîje her cureyên jîndaran. Karkerên kanê yên ku ji çavkaniyên xurekan dûr dixebitin, li derdora kanan nêçîra ajalan dikin. Ji ber vê jî jiyana cureyên jîndaran ên li nêzî kanên koltanê dikeve nav talûkeyê û hejmara hin cureyan jî pir kêm dibe.
Li kanên koltanê jin, mêr û zarokên ku dixebitin jî tu ewleyiya wan a civakî nîn e. Hin zanyarên ekolojiyê hewl didin ku zarokan ji kanan derxin. Li van kanan zarokên ku temenê wan navbera 8 û 10 salî dixebitin. Ji bo van zarokan têkoşîn berdewam e. Lewra divê zarok li şûna ku di van kanan de dixeibitin li dibistanan bin.

Ji bo hilberîna Koltanê hewce ye ku çêm jî ji bêjingê bê derbaskirin. Li Kongoyê koltan zêde ye. Li dinyayê rezerva koltanê ji sedî 70 li Kongoyê ye. Ya mayî jî li Brezîlya û Awistralyayê ye. Kana ku hatiye paqijkirin ji bo çêkirina pudrayeke homojen ewilî tê ziwakirin, hincirandin û tevdan. Paşê jî koltan bo Brîtanya, Emerîka û hin welatên din tê firotin. Koltan ji zêr bihatir e. Kiloya koltanê di bazara navneteweyî de bi 50 hezar euroyî tê firotin.
Kongo ji aliyê kanên bin erdê welatê herî dewlemend ê dinyayê ye.
Li vir kanên wek koltan, toza sifirê û novîum tê derxistin û ew tên şandin derveyî welêt. Lê ev dahatûyên ku ji hinardeyê tê bidestxistin nagihîje karkerên kanê. Ango karkerên kanê ji van dahatûyan para xwe hilnadin. Kanên ku di nav çiyayan de cih digirin bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ne.
Lewre kan zexm nîn in. Karker her serê saetekê ji bo ku bêhna xwe bidin ji 60 mîtroyî bin erdê ve derdikevin derve. Bi taybetî jî ji ber baranê ax şil û sist dibe, ji ber vê jî rîska çokdan û hilweşîna van kanan zêdetir dibe. Her wiha karker jî her tim bi tirsa mirinê dixebitin.
Karkerên kanê ji ber derxistina vê kana giranbiha jiyana xwe dixin xetereyeke mezin.
Li Kongoyê di nav salekê de nêzî 150 ton koltan tê derxitin û ev jî ji sedî 80yê hilberîna koltanê ya dinyayê pêk tîne. Lê dewleta Kongoyê dahatûyên ku ji bazirganiya vê kanê bi dest dixe nikare baş kontrol bike. Koltan piranî ji bo şerê li Ruandayê tê bikaranîn. Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî têkiliya hilberîna koltanê û şer derket holê.
Heya ku ev maden ji Kongoyê bê standin dê şer bidome. Piraniya kanên madenê ji aliyê mirovên çekdar ve hatine dagirkirin. Pîşesazên biyanî yên ku ji bo çêkirina telefonên gerok hewcedariyê bi vê kanê dibînin, telefonên destan jî ji bo birêveberina karên xwe pêwîst dibînin. Çek tê dayîn komên çekdar û berevajî vê yekî jî ji wan kan tê standin.
Bukavu; paytextê Kivuya Başûr e. Kesên ku ji ber zordestiya serhildêran reviyane, hatine li vê herêmê bi cih bûne. Herwiha herêm jî di bin kontrola leşkeran de ye. Bukavu di bazirganiya koltanê de cihekî stratejîk e. Koltan bi awayekî xam tê vê derê. Kana koltanê li herêma pîşesaziyê li kargehekê tê hêvisandin û tê firotin. Koltan ji tantal pentoxîdeyê pêk tê û piştî hincirandinê tê bêjingkirin. Koltan bi vî awayî jî li dijî germahî û maşînê zexm dibe.
KARKERÊN KANÊ YÊN LI KOLTANÊ DIGERIN NÊÇÎRA GORÎLAN DIKIN
Hêzên serhildêr ji bo ku kana koltanê vekin bi awayekî derqanûnî li Parka neteweyî ya Kahuzi Biegayê bi cih bûn. Li vê herêmê daristanên hov ên dawî yên dinyayê hene. Li van daristanan keriyê gorîlan dijî. Li Parkê piştî dîtina koltanê nêviyê gorîlan ji aliyê qaçaxçiyan ve hatin kuştin.
Kesên ku ji Efrîqayê bo lêgerîna koltanê hetin, cıh û warê ku gorîl lê dijîn dagir kirin. Ji bo parastina Parka Kahuzi Biegoayê zêdetirî 20 notirvanên çekdar çavdêriyê dikin. Gorîl ber bi tunebûnê ve diçin. Li parkê biqasî 150 gorîl mane. Beriya şer turîst dihatin parkê. Gorîl hînê mirovan bûne, ji ber vê jî mirov dikare bi hêsanî nêzî wan bibe. Ji ber vê yekê gorîl ji qaçaxçiyan re bi hêsanî dibin nêçîr.
GEF LI ŞEMPANZEYAN JÎ TÊ XWARIN

Kan zirarê didin Şempanzeyan jî. Şempazeyên têjik herî zêde ji nêçîrvaniyê zirarê dibînin. Em jî bi telefonên xwe yên gerok îdare dikin. Lê dema ku telefoneke destan tê çêkirin gelo gerstêrk bi çend awayên cuda zirarê dibîne divê li gor wê bê çêkirin. Xebatên lêgerîn û derxistina kanan divê li gor qanûnan bê kirin.
Di roja îro de ji 3 kesan 2 jê telefona gerok bi kar tînin. Esil kesên ku telefonê bi kar tînin hevkarê vê sûcî ne. Xerîdariya me ya bêsînor bi awayekî veşartî pêş diçe. Ev xerîdarî ji siruştê bigrin heya bi okyanûsan zirarê dide her tiştî.
Parzemîn Solutions