Falcon 9, ji erdê 40 kîlometroyan bilind bû û pişt rê jî bi sedemeke ne diyar teqiya. [Wêne: SpaceX]

SEDEMA TEQÎNA FALCON 9’Ê DIYAR BÛ

Rêvebeirê Giştî yê SpaceX’ê Elon Musk derbarê teqîna moşeka Falcon 9’ê de ya ku di 28’ê Hezîranê de avetin, daxuyanî da. Elon got, ji ber ku di tanka oksîjena ron de, pest kêm bûye ew teqîn rû daye.

Musk di daxuyaniya xwe de diyar kir, di tanka ku oksijena ron tê de ye, herî zêde dikare pesta bi 4 û nîv ton hilgire, lê ji ber ku arizê tê de derketiyê di bin 900 kîlo pestê de teqîyaye.

Musk, di civîna çapemeniyê de got, “Niha encamên lêkolînê pêş di destê me de ne, lê em ê di pêşerojê de agahiyên nû bi dest bixin.”

SpaceX’ê, ji bo NASA’yê bi kapsûla Dragonê, avetina heftemîn a bo ISS’ê dikir. Lê, ev çûyin bû sedema teqîne û pêk nehat.

Di Kapsûla Dragonê de nezî 2 ton xurek û amûr hatibû barkirin. Di meha Avrêlê de wesayîta Fezayê ya Rusan Progress teqiya bû. Piştî vê yekê, peywîra barkirine li ser hev têk çûn. Rûsya, di serê vê mehê de wesayitê fezaya Progresseke din bi awayekî serkeftî şandibû Îstasyona Fezayî ya Navneteweyî.

Musk, di konferansa Pêşketin û Lêgerînê ya ISS’ê de teqîna kapsûla Dragonê wek derbeyek nirxand. Ji bo ISS’ê 5 peywîrên din yên SpaceX’ê hene.

SpaceX dê di sala 2018’an de bi Boeingê re astronotan bişîne ISS’ê.

– Menazîr Aslan

 

Şîrove Bike