ŞEVA ÇILEYÊ AN JÎ ŞEVA YELDAYÊ

Wêne: Saeed Kouhkan / National Geographic

Çandeke anonîm a Îraniyan: Şeva Yelda kêfa dawî ya salê ye.

“Şeva Çêlle” (Şeva Çileyê) an jî Şeva Yeldayê yek ji cejnên herî kevn yên Îraniyan e. Ev cejna hevdem ligel Rojvegera Zivistanê û bi girêdayî dirêjahiya rojê pêk tê.

Rojveger çawa pêk tê?

Di vê rojê de li nîvkada bakur roja herî dirêj pêk tê û demsala havînê dest pê dike. Li nîvkada başûr jî berovajiya vê pêk tê. Di 21’ê berfanbarê de tîrêjên rojê tîk tên ser tropîka kadê, di vê demê de li nîvkada başûr roja herî dirêj pêk tê û demsala havînê dest pê dike. Piştî van deman dirêjbûna şev an rojê disekine, kinbûn dest pê dike. Ji ber vê rewşê ji van deman re rojveger tên gotin.

South_season
© Wikipedia

Şeva Yeldayê yan wekî ku Kurdên Xorasanê dibêjin Şeva Çêlle ji dema rojavabûna roja 30`ê meha azerê (roja herî dawîn a payîzê û roja dawîn a meha 9`a tavî ye) û 21`ê kanûnê dest pê dike û heta rojhilatina 1`ê meha dêyê ango 22`ê kanûnê ku yekem roja zivistanê ye didome.

Wêne: Mojdeh Js / © National Geographic
Wêne: Mojdeh Js / © National Geographic

Malbatên Îranî ji wan Kurd bi giştî di Şeva Çêlleyê de şîveke baş ligel cûreyên mêwe û bi taybet zebeşan amade dikin û vê şevê heya sibê bi şadî û kêfxweşî li xwe sibe dikin. Piştî xwarin û vexwarinê şev bi Şahnamexwanî û xwendina helbestên wek Hafizê Şîrazî didome. Yên kal û pîr çîrokan dibêjin.

Yelda bi eslê xwe peyveke Sûryankî ye di wateya zayîn û jidayîkbûnê de ye. Ji ber ku Sûryaniyan wisa bawer dikirin ku Şeva Yeldayê hevdem ligel jidêbûna Îsa Mesîh e. Di çanda Îraniyan de Yelda ango Şeva Çileyê şeva zayîna mêhr û dilovaniyê ye. Yên rojavayî yelda ligel Noel li ber hev danîne û Romiyan peyva Natalîs ji bo zayînê bi kar anîne. Xirîstiyanên Sûryanî peyva Yeldayê bi xwe ra anîn Îranê û ji wê demê û bi vir de hema wisa maye.

Xwarinên herî xweş di vê şevê de tên xwarin. Wêne: Mojdeh Js / National Geographic
Xwarinên herî xweş di vê şevê de tên xwarin. Wêne: Mojdeh Js / National Geographic

Şeva Çêlle li bal Kurdên Xorasanê jî xwedan girîngiyeke taybet e. Di vê şevê de malbatên ku tezebûkek ji lawê xwe re xwestine û hîn lawik di destgirtiyê de ye, xelat ji zêr û zîv û cil û bergên bûkê herwiha cûreyên xwarinên rojane didin mala bûkê. Navê vê xelatê Şevçellegî ye. Agirpêxistin û lîstika bi êgir yek ji taybetiyên vê şevê ye.

Li vê şeva dirêj û reş

Mala we germ, dilê we geş…

Nivîskar: Berat Qewîendam / Jêder: www.ellahmezar.ir

Ji malpera © www.ellahmezar.ir
Ji malpera © www.ellahmezar.ir

 

Şîrove Bike