Çûkên vizvizok ku sînga wan kesk e, li Meksîka û deverên bakurê Emerîkaya Latîn tên dîtin. Çûkên mê bi rengên kesk û bronz, yên nêr jî bi rengê keska beriqî navdar in.
Li ser gewdeya îgûanayên kesk pûlên nerm hene. Rengê gumgumokên mê ji yên nêr zêdetir diberiqin. Niçikên li ser pişta îgûanayan, demên beriya hezar salan tîne bîra mirovan. Îgûana heta 2 an 3 mîtroyan dirêj dibin. Li Emerîkaya Başûr û Navîn û Giravên Hindistanê yên Rojava tên dîtin.
Margîseyên panter xwedî rengên derasayî ne. Ev ajalên ku ji ser erdê ve diçin, di dema cotbûnê de ji bo bala mêyan bikişînin rengê xwe diguherînin. Rengê nêran ji rengê zimrûda kesk, diguhere turkuaz û pembeya biriqî.
Ji bo ku xwe veşêrin û bi rengê xwe têkiliyekê deynîn margîse rengên xwe diguherînin. Bi vî awayî hêsanî li cih û rewşên cuda jiyana xwe didomînin. Li ser çermên wan, hucreyên bi pîgmentên cuda hene. Ew xwe diqermiçînin û bedena xwe fireh dikin û bi vî awayî rengê xwe diguherînin.
Kevokeke wek kevoka Nîkobarê tune ye. Ev kevok, di cûreyê de mînakeke tenê ye û pirtikên wê yê kesk hene. Li Başûrêrojhilatê Asya û Pasîfîkê tên dîtin.
Pirpirîkên kurmê qozan, di xapandinê de pispor in. Yên mezin dişibin rengê qehweyî û pelên weşiyayî. Dema maşot in[1], xwe ji nêçîrvanan vedişêrin û dikarin wan bixapînin. Gewdeyê wan ê gump û çavên sexte wan dişibinê maran û bi van taybetmendiyan xwe ji destê neçîrvanan xelas dikin.
Kêzikên pelan, li bexçeyan tên dîtin. Direjahiya wan digihîje santîmekê. Ev kêzik bi rengên xwe yen şîn û kesk balê dikişînin.
Pirpirîkên bi rengên zimrud, ji ber şerîdên li ser per û baskên xwe wek “pirpirîkên hechecokên bi dûv” tên binavkirin. Di bin gewdeya van kêzikên de deqên spî û turuncu hene. Ew li Başûrêrojhilata Asyayê dijîn.
Beqên kesk li Madagaskarê tên dîtin. Hin kes ji bo wan dibêjin “beqên bi ebrû” Nîşan û desenên li ser gewdeya wan simetrik in.
Ev kevzên ku zêde bala mirovan nakişînin tê beje qey ji cîhaneke din hatine. Ev kevzên kesk di çemên ava şîrîn de digihên.
[1] Maşot – tirtûl.
– Menazîr Aslan