Ev kumikên (kuvarkên) ku rengê wan dişibe zerika lîmonê an jî rengê porteqalê nayên xwarin. Ev kuvarkên ku navê wan bi latînî “Leotia lubrica” ye li Bakurê Emerikayê û Ewropayê tên dîtin.
Ev beqên jehrî ên zer li daristanên Kolombiyayê tên dîtin. Ev rengê ku dibiriqê peyamê dide ajalan û dibêje, “Ez gelek jehrî me”. Jehr, di çermê beqan de ye û bi tenê 2 – 200 mîkrograma wê dikare mirovek bikuje.
Nêgîz, kulîlka ewil e ku di destpêka salê de vedibe û mizginiya biharê dide. Herwiha ev kulîlk sembola neteweyî ya xelkê Galanan[1] e.
Gulberojk, bi kulilkên xwe yê zer, li zeviyên mezin çêdibin û piranî ji bo çêkirina rûn tên gihandin. Di dendikên wan de vîtamînên B û D’yê yên bikêr hene.
Navê wan kuvarkên ku xuya dikin bi latînî “Bisporell” e û di nav gel de jî wek dilopeke ji lîmon tê zanîn. Ev kumik, di demsalên havîn û payîzê de li gewdeyê darên pûç çêdibin.
Rengê çûkên şivanok an jî zengîlokên Emerikî, di demsala bihar û havînê de dibe zer û ber bi demsala zivistanê ve jî rengê wan vediguhere û dibe qehweyî.
Pirpirîka[2] Sulfurê, (Phoebis philea) navê xwe ji baskên xwe yê zer û ji deqên rengê kukurt distîne. Ev pirpirîk tenê li Emerika û Meksikayê tên dîtin.
Ev masiyên zer û dibiriqin li perava gol û quntarê zinaran dijîn. Herî zêde li nêzî behra Hawaiiyê tên dîtin.
Xerdel nebateke gelekî kevn e. Di tovê wê de jî tehmeke tûj heye. Piştî xerdel pîr dibe û di nav axê de wenda dibe, wek peyna siruşt tê bikaranîn. Piştî ku xerdelê kulîlk vekirin hemû zêvî ji serî heta binî bi rengê zer dixemile.
Ev masiyên biriqî (Ostracion cubicus), di ava tropîk de dijîn. Taybetmendiya wan ew e ku çiqasî pîr bibin, ewqas piçûk dibin û diçilmisin. Di gewdeyên wan de wek bi şiklê kûpan deqên mezin û reş hene.
– Menazîr Aslan
[1] Galan, xelkê galan ê li Îngilistanê [En: wales]
[2] Pirpirîk: perperok, minminik, papûle û hwd.