Wêne û Nivîs: | Sertaç Kayar |
Nûçegihan-wênegir Sertaç Kayar bi wêneyan behsa çîroka şivanekî biçûk dike; “Şivanê piçûk ê Qerejdaxê: Bala wî li ser keriyê pezê xwe ye û guhê wî jî li ser radyoyê ye
Li çiyayê Qerejdaxê yê di navbera Amed û Rihayê de em rastî şivanekî piçûk tên. Navê wî Mihemed e. Hêj 16 salî ye. Havînan tevî malbata xwe li zozanên çiyayê Qerejdaxê yê bi bilindahiya hezar û 957 mîtroyî şivaniyê dike.
Keriyê pezê xwe yê mezin daye ber xwe, di deste wî de jî radyoyeke kevn heye û her quleke çiyayê Qerejdaxê dide hev. Radyoya kevn a di destê wî de diyar e ku gelek caran hatiye temîrkirin lê dixebite û deng jê bilind dibe.
Mihemed, ji ber kêmderfetan ji bo ku pîlên wî zû neqedin rojê tenê di hin wextên diyarkirî de li radyoya xwe guhdar dike. Di wan saetan de jî piranî bernameyên mûzîkê hene. Mihemed dema li pey keriyê xwe diçe bi radyoya di destê xwe de dikeve kadrajê, biskekî li ser zinaran bi birayê xwe re rûdine, piçekî li mûzîkê guhdar dikin û dîsa ji bo bigihên keriyê xwe dilezînin û diçin…”
Parzemîn Solutions