SKYPE JI BO GEROKAN JÎ TÊ

Li gor agahiyên ku şîrketa Microsoftê belav kirin, di demeke kurt de sepana Skype wê ji bo gerokên tora înternetê wek pêvek bê weşandin. Bikarhênerên tora înternetê bi saya vê pêvekê dema ku di înternetê de bigerin, kengî bixwazin dê bi pêveka Skype’ê jî têkîliyên xwe yên bi Skype’ê re bidomînin.

Skype’a ku bi Skype.com.tr’yê di heman demê de dixebite dê bi saya WebRTC’yê (Web Real-Time Communication) di gerên cuda de jî kefa civatên bi deng, dîmen û nivîsê bide bikarhênerên xwe.

Jêder: Kovara Zanko

Şîrove Bike