Destpêk / Dokûmant / Slaloma Nîvê Şevê ya Reng û Tevgeran

Slaloma Nîvê Şevê ya Reng û Tevgeran

Enander dibêje; “Ez her şev li ser lûtkeya daran sekinîm û min hewl da ku ez bergeha herî baş bidest bixim.” Dema ku tîma tîrêjê derdiket ser girekî û tîrêj eyar dikirin û fîltreyên jelatîn hildibijartin, derdor ji nişka ve bi tîrêjên cur bi cur dixemilî.”
Nivîs: Jercmy Berlin  | Wêne: Oskar Enandar | Werger: Edibe Boga

Gelo hûn çawa dikarin çiyayekî ronî bikin, deverên ku hemû bi berfê çilspî bûne bi şewqên tîrêjan bikin rengorengo û kaşkirina şevîn bi vî awayî bêhtir zindî bikin? Ewil herin li xakên çolterî yên British Colombia û Alaskayê ku lê daristan û zinarên siruştî hene kendalên neditî bibînin. Piştre jî riyekê bibînin ku hûn tîrêjên 4 hezar watî ku bi qasî çilşoyekê ne, jeneratorên ku hêzê bidin wan, îskeleyên avahiyê û amûrên ku ji têl û qebloyan pêk tên û bi giştî 5 ton giraniya wan heye, derxin lûtkeyên ku ji 2 hezar mitroyî bilindtir.

1
Dema ku jeneratorên li Kolumbiyaya Îngîlistanê vemirîn, Enander ji bo ku bikaribe wêneyê Pep Fujas bigre teknîka pozîsyona dûvdirêj bi kar anî.

Ji bo diyarkirina hêza Ceyranê, çapa koma tîrêjên ronahiyê, xerçkirina sotemenî û giraniyê, dûrbûn û topografyayê divê hûn mêhên xwe bidin vî karî. Teknîsyenên zîrek û tîmeke setê kirê bikin. Ji sporvanên bijarte tîmeke xwe ava bikin. Berîkên wan tijî baterî bikin. Cilên bi ronahî li wan bikin û çenteyên bi ronahiyên LED bidin pişta wan. Kamereya xwe vekin û ya bi xêr bixwazin.

Şirîkên Nick Waggoner û Sweetgrass Productionsê jî di bihara 2014’an de ev yek kirin: Xeyala wan ew bû ku li ser lûtkeya çiyayekî herî bilind dîmenên kaşkirina êvarî bikşînin. Ji ber vê yekê jî digel wênekêşê Kaşkirinê yê Swêdî Oskar Enander dest bi xebatan kirin ku vê xeyala xwe bi cih bînin. Waggoner dibêje: “Ez nikarim bibêjim ku ev xebateke çiqas têr û tijî ye.”

“Me gelek ji wan beriya niha nekiribûn. Em li xakeke gelekî bi ber û kendal û li cihê ku herî zêde berf lê hebû yê cîhanê di nav şert û mercên zehmet de ku her tim avhewa jî diguherî, dixebitîn. Gelek tişt hebûn ku di rê de neçin.”

Hin tişt bi rastî jî di rê de neçûn. Di 11’mîn roja kêşana Alaskayê de, dema ku hemû tişt hatibû amadekirin, qebloyekî pir girîng ê direjkirinê winda bû. Waggoner mecbur ma pîlotekî firokeyan qanî bike da ku di nava tariya şevê de 30 kîlomîtroyî bifire û qebloyekî nû bîne.

Waggoner dibêje gelek caran qet hêviyên min neman ku em bi ser kevin, ez ewqas ditirsam.“ Min serê xwe dixiste nav kefên destê xwe, min digot heta vê derê ye.”

Enander dibêje; “Ez her şev li ser lûtkeya daran sekinîm û min hewl da ku ez bergeha herî baş bidest bixim.” Dema ku tîma tîrêjê derdiket ser girekî û tîrêj eyar dikirin û fîltreyên jelatîn hildibijartin, derdor ji nişka ve bi tîrêjên cur bi cur dixemilî.”
Enander dibêje; “Ez her şev li ser lûtkeya daran sekinîm û min hewl da ku ez bergeha herî baş bidest bixim.” Dema ku tîma tîrêjê derdiket ser girekî û tîrêj eyar dikirin û fîltreyên jelatîn hildibijartin, derdor ji nişka ve bi tîrêjên cur bi cur dixemilî.”

“Em ewqas ehmeq bûbûn ku heta em difikirîn bê em ê çawa ji bin vî karî derkevin.”  Enander jî rastî hin zehmetiyan hat. Yek ji wan zehmetiyan ew bû ku dema wêne digirtin nikarîbû flaşa xwe bi kar bianiya. Lê di dawiyê de wek Waggoner jî got xewna wan bû rastî.

 “Ev proje ji bo pêkanîna wan mijaran ku me digot wê bi tu awayî pêk neyê, bû mînakeke gelekî giring û baş. Me xwest ku em fikr û ramaneke nû bi mirovan bidin qezençkirin ku dê bikaribin dinyayê ji nû ve xeyal bikin.”

Chris Benchetler û Daron Rahlves, bi cilên xwe yên ku bi tîrêjên LEDê hatine xemilandin li Anchorageya nêzî Alaskayê şev ronî dikirin.

Chris Benchetler û Daron Rahlves, bi cilên xwe yên ku bi tîrêjên LEDê hatine xemilandin li Anchorageya nêzî Alaskayê şev ronî dikirin.

National Geographic Kurdî – Edibe Boga

Şîrove Bike

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor