Xperia Z3 ji modelên din cudatir nîn e, lêbelê ji wan bihêztir û xweşiktir e.
Xperia Z3 bêhtir qahîme û taybetmendiya wê ya sereke jî avê derbas nake. Ango tu avê nakêşe-derbas nake. Jixwe di serî de Xperia, bi vê taybetmendiya xwe ji yên din cuda dibe.
Hûn hesbikin di bin baranê de birevin, an jî bikevin avê û wêneyên hevalên xwe bigrin. An jî di serşokê de fîlma “God Father” temaşe bikin. Ji bo vê telefonê ne xem e. Him serê xwe bişon, him jî fîlma xwe temaşe bikin.
Xperia bi vê modela Z3 tam bûye şervanê avê. Lewre ji modelên xwe yên berê bêhtir qahîm e. Herwiha Xperia di vê telefonê de “OS” ango pergala xebitandinê jî bi pêş xistiye. Lewre Android platforma herî azad ya telefonan e. Xperia jî tehma Androidê bi xweşikbûna xwe pêşkêşî me dike.
Em niha berê xwe bidin taybetmendiyên wê.
TAYBETMENDÎ | SONY XPERIA™ Z3 |
KAMERA | 20,7 megapiksel / 2.2 MP ya li pêş |
EKRAN Û DAHÛRANÎ | 5,2 înç Full HD (1920×1080 pîksel) TRILUMINOS™ |
DÎMENKÊŞÎ | Sony Exmor RS – 4K |
KIRARÎ | Snapdragon 2.5 GHz Qualcomm 4 Dendik |
RAM | 3 GB RAM |
BÎR | 16 GB (126 GB micro SD) |
DENG | Sony 3D Surround |
GRAFÎK | Adreno 330 GPU |
ANDROID | Google Android 4.4 (Kitkat) |
BATERÎ | 3100 mAh |
MEZINAHÎ | 146 x 72 x 7.4 mm |
GIRANÎ | 153 gram |
Çavkanî: Kovara Zanko