Hûn dibêjin qey di dema Şerê Psîkolojîk de, pêşbaziya pêlêkirina ewil a Heyvê Emerîkayê bi dest xist? Beriya wê gava girîng a Neil Armstrong, Yekîtiya Sovyetan wesayîta xwe ya bêmirov şandibû jî.
Di 20’ê Tîrmeha 1969’an de, li Houstona Emerîkayê danê êvarê derdora saet 10’an hemû îstesyonên televîzyonê, ji bo ku vê nûçeya dîrokî bidin amadehiya weşanê dikirin.
Di ekranên televîzyonê de hevoka “ji Heyvê weşana zindî” derbas dibû. Li ser ekranê em dibînin ku astronetek ji wesayîta fezayê ya li ser Heyvê peya dibe.
Paşê jî kamera, li ser erda Heyvê krater, goncal, çal û mirtikan nîşanî me dide.
Car caran dengê astronot jî tê bihîstin. Astronot, çend mîtroyan ji wesayîtê dûr dikeve û ji berîka xwe alaya ku çend qetan hatiye pêçandin derdixe û li ser erda Heyvê dadiliqîne.
Alaya das û mêrkutê li ser erda Heyvê ye… Îhtimaleke mezin bû yê ku cara ewil gav avêt ser erda Heyvê kozmonotekî Sovyet be.
Sibata 2016’an salvegera 50’an a vê gavê ye…
Wesayîda fezayê ya Rûsan Luna 9’ê di sala 1966’an de, bi kontrolî daket ser erda Heyvê. Ev serkeftineke mezin bû ku dê him derbarê erda Heyvê de pirs bihatina bersivandin him jî dê rêwîtiya mirovan a piştî vê yekê dest pê bikira.
Kûratorê Fezayê yê Mûzexaneya Zanistê ya li Londonê Doug Millard dibêje, “Ji nîvê 1960’an û pê ve him Emerîkayê him jî Yêkîtiya Sovyetan dixwest biçin ser erda Heyvê”.
Li vir koleksiyona ku ji gelek wesayîdên fezayê yên Rûsî pêk tê hat pêşandan.
Gelo rêwitiya ber bi Fezayê ve dê bandoreke çawa li ser laşê mirovan bike?
Millard dibêje, “Beriya em însanan bişînin divê em robotan bişînin ser erda Heyvê.” Her wiha navborî dibêje “em serkeftinên Sovyetan ên di vî warî de jibîr dikin.
Luna 9 a 3 mîtroyan bilind, çar ling û gewdeyeke wê ya çargoşe hebû. Her wiha dişibiya Apolloyê jî. Li ser sîlîndireke berwarî heye û wek bikojên girtî yên kulîlka xuya dike.
Millard dibêje, ev ew beş e ku dadikeve erdê. Hêj dema mîtroyekê ji erda Heyvê dûr e ji gewdeyê vediqete û her çar pel vedibin û dadikeve erdê.”
Di 3ê Sibata 1966’an de, ji ajansan re ji xeynî agahiyên pêlêkirina Heyvê, wêne hatin şandin.
Xwendevanên rojnameyan ên wê demê digotin, Rûsya dê di pêşbaziya fezayê de Emerîkayê derbas bike. Di nûçeyeke BBC’yê de wiha dihat gotin: “Demeke dîrokî ye, ji bo însan jî dakevin ser erda Heyvê ev gava dawî ye.”
Ji xeynî şandina Luna 9’ê wêneyên ji erda Heyvê seferên bêmirov jî dê bihatana kirin. Gelek pirsên di hişê mirovan de bi vê gavê hatin bersivandin. Ji ber ku li ser erda Heyvê qoncalên tozê hebûn tirsa daketinê bi wan re çêbûbû.
Moşeka ku nikaribû bihata avêtin
Bi saya Luna 9’ê hat tespîtkirin ku erda Heyvê cihekî ewle ye. Piştî vê agahiyê him ji bo Rûsan him jî ji bo Emerîkiyan, bernameyên seferên şandina wesayîtên fezayê yên bimirov dest pê kirin.
Alexei Leonovê Sovyet, endamê ewil bû ku li ser erda Heyvê meşiyabû. Di mûzexaneyê de wesayîta LK3 jî ku tê de perwerdehî dîtibû hêj tê nîşandan.
Wexta wesayîta Leonova Sovyet, ji Armstrong hindiktir bû ku dakeve ser erda Heyvê.
Lê bernameya Sovyetan, ji aliyê ewlehiyê ve ji Apolloya Emerîkayê xurttir bû. Ji xeynî motora zêde, ji bo ku beriya însên li ser erda Heyvê dakeve wesayîteke birobot jî hebû. Di dema rûdayîna pirsgirêkekê de ji bo kozmonot bi awayekî ewle vegere jî hatibû amadekirin.
Her tişt hatibû plankirin û ceribandin. Wesayîta Heyvê ya birobot a ewil Lunokhod 1 ku mezinahiya wê wekî tirimbelêke piçuk e di sala 1970’an de daket ser erda Heyvê.
Bêsiûdiyeke bernameya Fezayê ya Sovyetan ew bû ku roketa N1’ê nikaribû bihata firandin ku dê Leonov bişanda ser erda Heyvê. Ji bo asta yekem a roketa 105 mîtro dirêj, 30 motor hatibûn pêvekirin.
Alaya ku li ser erda Heyvê xuya dike
Piştî mirina dîzaynerê roketan ê Sovyet Sergei Korolev N1 bi lez hat qedandin û di Sibata 1969’an de bê ceribandin hatibû şandin.
4 hewlên avêtina roketan jî bê encam man. Bi vê yekê Yekîtiya Sovyetan, bernameya şandina însanan a Heyvê di sala 1974’an de bi awayekî fermî betal kir.
Lê divê neyê jibîrkirin ku Rûsan wesayîta birobot a ewil şandine Heyvê. Piştî Gene Cernanê ku di rêbendana 1973’an de şopa xwe li ser erda Heyvê hişt, robotê Rûsan ê duyemîn Lunokhod 4 mehan li ser erda Heyvê geriya û wêneyên ji hev baştir şandin Cîhanê.
Ger bernameya roketa N1’ê beriya çend salan dest pê kiribûya, dibe ku Alexei Leonov bibûya însanê ewil ku pê li erda Heyvê kiriye.
Millard dibêje, “Ger însanê ewil ê ku pê li erda Heyvê kir Leonov bûya, alaya li wir daliqandî jî wê cuda bûya.”
Heke ku hûn carekê destê xwe dirêjî alayê bikin ew êdî nasekine. Yanê dîsa dê heman teoriyên komployê bihatina çêkirin.
– Menazîr Aslan