Saletîrêj, (sembol: Light Year). Li gorî Astronomiyê yekîneyeke pirr mezin û dirêj e, ji ber vê sedemê bi piranî ji bo navbera stêrkan bê pîvandin tê bikaranîn. Sala tîrêjê an sala ronahiyê an jî saletîrêj (bi soranî: sallî tîşkî) pîvaneke astronomiyê ye, ji bo pîvana dûrbûna cismên li asîmanan ya ji dinyayê tê bikaranîn. Leza tîrêjê di çirkekê de 300.000 km tê qebûlkirin. Li gor vê yekê dûrbûna rojê ya ji dinyayê 8 deqîqe û 16 çirkeyên tîrêjê ne. Dûrbûna Stêrka Cemserê ya ji dinyayê, 40 salên tîrêjê ye.
Yekîtiya Astronomî ya Navneteweyî (YAN) ji bo yekeya salê, sala Julyenê pêşnîyaz dike.
Li gorî vê saleke Julyenê 365,25 roj in, an jî 31.557.600 çirk in.
1 ST (km) = leza tîrêjê (km/s) x salek (saniye)
1 ST = 9 460 730 472 580 800 “m”
1 ST = 5,878 625 trilyon “mîl”
1 ST = 63 241,077 AÛ
1 ST = 0,306 601 parsek
Dirêjahiya herî mezin ya di navbera dinyayê û heyvê de çirkek û û nîvek (1,5)saletîrêjek e.
Dirêjahiya di navbera dinya û rojê de nêzî 8 deqetîrêj in.
Ewrê Oortê ya ku pergala me ya rojê dipêçe, modineya(çap) wê 2 saletîrêj in.
Proxima Centauriya ku piştî rojê ya herî pir nêzî Dinyayê ye 4, 2 saletîrêj dûrbûna wê heye.
Modineya(çap) galaksiya kadizê, bi qasî 100.000 saletîrêj e.
Andromedaya ku cîranê Galaksiya Kadizê ye 2,3 milyon saletîrêjan dûrî me ye.
Saletîrêj = 365*24*60*60*300.000 km