Rêgeha gerstêrkê li gor pergala rojê ya ku dinya jî têde ye ji Plutoyê 140 caran firehtir e.
Ji bo gerstêrkê ev “2MASS J2126-8140” nav hatiye lêkirin. Baristeya gerstêrkê ji Jûpîterê 12 an jî 15 caran mezintir e.
Ji zanîngeha neteweyî ya Awistralyayê Dr. Simon Murphy wiha got “gerstêrkeke bi wî awayî ku xwedî baristeyeke nizm be û ji dûrî wan stêrkan be ku girêdayî wan e. Ew rewşeke ecêb e.”
“Ew ne pêkan e wek pergala me ya rojê bi ewrên gaz û xweliyê pêk hatibe”.
Ango firehiya pergala rojê li gor muqeyeseya stêrk û gerstêrkên ku berê wextê hatine dîtin gelek mezintir e.
Lêkolîner diyar dikin ku wan gava li ser stêrkên ciwan xebat dane destpêkirin bi vê gerstêrkê hesiyane.
Lêkolînerên ku gerstêrkên 100 saletirêj dûrî dinyayê lêkolîn dikin dîtine ku ji wan du heb ber bi heman aliyî ve diçin û perçeyeke heman pergalê ne.
Dr. Murphy dibêje dibe ku ew pergala nû ya rojê ji heman baristaya gazê ya me pêk hatiye ku beriya 10 an jî 45 milyon salan pergala me jî ava kiriye.
– Jêder: Popular Science