SUZUKI – V-STROM 1000ABS

Hûn ji bo ku li gerdûnê bi du çerxan bigerin; vê amûrê bifikirin ku ew mirovan dixe nava kelecanê. Hûn xeyala wan amûrên sexlam bikin ku bi saya wan hûn bikaribin di şiveriyan de biçin. Bifikirin hûn bi îlhama wan wesayîtan riyên ku nayên zanîn kifş dikin.

a3c2134ed03145c0bf29cd9596cf7e6a

Her ku diçe; hûn dê bibînin ku kêfa wê zêde dibe, hûn dê bikevin nav rihetiyê û hûnê xwe ji bo kelecanê amade bibînin. Hûn dê aksesûran xwe bi rihetî peyda bikin. Hûn dê bibînin ku hûn dikarin bi rihetî pişta xwe bidin teknoljiyê.

Êdî wextê wê yekê hatiye da ku hûn van yekan bi cîh bînin. Niha li hemberî we motosîkleta bi navê V Strom 1000 ABS heye.

d34968bc7bac448d9b2b16de06301ba8

Hûn dikarin di her riyê re bi wê biçin. Ew di modela motosîkletên geşt û gerê de ya herî pêşketî ye.

Taybetmendiyên V motosîkletê ev in: Çarwextî, sarkirina avê, DOHC û V motora ku bi pîleya 1037cm3 90’î ne. Ev hemû taybetmendî ji bo wê yekê hatine peydakirin da ku ajokar di rêwîtiyên dûv û dirêj de; di kûçeyên qelebalix, di riyên bikevir, di riyên gundan, di riyên biwîraj û di otobanan de bi performanseke herî baş biçin.

Li giştiyê cihanê motosîklet di heman riyê de kêm zêde (20/L) sotemeniyê dişewitînin.

Lê ev motosîklet li gorî modela berê %16 kêmtir sotemeniyê dişewitîne.

Capture2

Pergala Piştgiriyê ya Debriyajê ya Suzukiyê (SCAS), di daxistina vitêsan de wek debriyajeke ku dişemite wezîfeyê dibîne. Heta astekê ji bo şemitandina debriyajê destûrê dide û bi vê sayê ajokar dikarin rihettir vitêsê daxin.

Her wiha wek debriyajeke alîkar wezîfeyê dibîne û bi vî awayî ajokar dikarin hêsantir hingila motorê bikişînin.

Taybetmendiya pergala kişandinê ya motosîkletan ya Suzukiyê cara ewil di V-strom 1000 ABS’dê hatiye bikaranîn.

Ajokar bi saya vê pergalê di rêwitiyên zor û zehmet de li gorî berê ewletir dikarin kontrola gazê bikin. Pergala kontrolê ya kişandinê hert tim leza tekelên pêş û baş, sensora ciyê ya perporaka gazê, sensora ciyê ya mîla krankê û sensora ciyê ya vitêsê kontrol dike. Her wiha dema patînajê tespît dike, di cih de hêza motorê dadixe. Ji bo dema pêxistin û wergirtina hewayê venêre hêza motorê kordîne dike.

Capture1

Ajokar ji 3 modan (1, 2 ve û girtî) yekê hildibijêre. Modên 1. û 2. ji aliyê hesasiyetan ve cuda ne. Di moda 1. de hesasiyet kêm e û heta ciyekî destûrê dide patînaja tekelekê paş. Di moda 2. de hesasiyet zêdetir e; kontrola kişandinê ya pergalê zûtir hişyar dike.

Ji bo şasiyê teknolojioya analîzê ya FEM’ê ya herî pêşketî hatiye bikaranîn. Ji modela berê sexlamtir û %13 siviktir e.

Sîpera xwedî eyara goşeyî û bilindahiyê, di testên tûnela bayê yên pêşketî de hatine ceribandin û bi vî awayî hatine hilberandin. Eyara goşeyî û bilindahiyê, pergala parastina bayê ber bi jor û kêlekan firehtir dike. Her wiha bi vî awayî dengê bayê kêmtir tê û ajokar jî rihettir motosîkletê diajon.

Capture1

Di nava nîşaneyan de nîşaneyeke dewrê ya analogê û nîşaneya lezê ya LCD’yê ya bi eyara rewşenî hene. Di nava nîşaneyên LCD’yê de; nîşaneya kîlomîtroyê seata kîlomîtroyê ya ji bo du rojan, ciyê vitêsê, (eyara vitêsê) ava cemidandinê û germahiyê howirdorê, voltaj, menzîla ajotinê, bikaranîna sotemeniyê, moda kontrolê ya kişandinê û nîşaneya sotemeniyê hene.

 

– Xalis Kaya / Kovara Zanko

Şîrove Bike