Tag Archives: kurdî

MIRÎŞK BERMAYIYÊN JI SERDEMA DÎNOZORAN IN

Nivîs: Knvul Sheikh | Wêne: AMNH, R. Mickens Li New Yorkê pêşangehek vebû. Pêşangehê fikra popûler a ku dînozor kesk û bipelik in hilweşand û nîşan da ku ew bêhtir dişibin çûkan. Yanê ew mirîşka ku em li mala xwe dixwin cureyeke mayî ya ji dînozoran e. Werdekên ku em xwedî dikin, …

Dûmahîk »

GELO PERE DIKARE MIROV BIGUHERÎNE?

Li ser dewlemendan gelek lêkolîn hene ku dibêjin ew çikûs in û bawerî bi wan nabe. Gelo rast e? Helbet ev tişt hatiye serê her kesî. Gava hûn bi hevalên xwe re çûne xwarinekê an jî vexwarinekê, dem tê dayîna heqê wê. Wê demê kesê herî zengîn ê wê komê …

Dûmahîk »

PIRSGIRÊKA ÇAVAN HER KU DIÇE ZÊDE DIBE

Nivîs: Cûneyt Ewrareş Miyoptî li dinyayê bi taybetî li Asyayê gelek zêde bûye. Li Çînê ji sedî 90’î ciwanên ku temenê wan di navbera 17 û 19 salî de ye nikarin dûrahiyê baş bibînin. Li gor pêşbîniyan ev rêje di salên 1950’an de bi qasî ji sedî 10 bû. Li …

Dûmahîk »

WÊNEYÊN 15 ÇÛKÊN CUDA YÊN LI KURDISTANÊ

Wêne: Dûrzan Cîrano Bi wêneyên Dûrzan Cîrano 15 cûreyên cuda yên çûkên li Kurdistanê. Ligel navên wan ên kurdî navên wan ên latînî jî hatine nivîsandin.  BOTBOTIK – Diksilêman, silêmanê dunikul, dodoyê dunikul, botbotik, hûphûpik an jî sîsko (Upupidae), famîleyekî çûkên masîgirên rengîn e ku jê cureyekî tenê mayî (Upupa …

Dûmahîk »

BAŞTIRÎN WÊNEYÊN AJALAN ÊN SALA 2016

National Geographic baştirîn wêneyên ajalan ên sala 2016’an eşkere kirin. Piraniya wêneyên ku hatine vebijartin ji dosye û xebatên din ên di bin fona National Geographic de ne. Wêneyên ji jiyana kovî yek ji beşa baştirîn wêneyan e.    

Dûmahîk »

NEXŞEYA PLASTÎKAN: HUNERA JI QIRÊJAHIYA MIROVAN

Nivîs: Cûneyt Ewrareş Wêne: Barry Rosenthal Piştî şoreşa pîşesaziyê li tevahiya dinyayê hilberîna amûr û alavan hêsantir bû. Ev hêsanî bi însanan re rehetiya xerîdariyê anî ku îro sedema qirêjahiyeke mezin e. Bi taybetî ligel bikaranîna neftê, hilberîna alavên kêrhatî û demkî jî zêdetir bû. Îro li dinyayê ev alav …

Dûmahîk »

DÎMENÊN BÊHEMPA YÊN MÎKROSKOPÎK

Li dora me dinyayeke dewlemend heye ku em nikarin bi çavên xwe bibînin. Ew dinya xwediyê hêmanên gelek biçûk e. Bi saya teknolojiyê helbet em dikarin bibînin. Bi teknolojiyê em ketin riyeke dirêj. Li Îngilistanê saziyeke bi navê Royal Microscopical Society ji Pêşbaziya Wêneyên Zanistî çend wêne parve kirin ku …

Dûmahîk »