Fosîla ku li çoltera Efrîqayê hate dîtin, mînaka herî mezin ya cureyê xwe ye.
Tîmsehê behre yê herî mezin ê heya niha, li çolterên Tunusê derket holê. Bejna tîmsehê hût digihîje 10 mîtroyan û giraniya wî jî digihîje 3 tonî.
Paleontologan ev tîmsehê behrê wek ‘Machimosaurus rex’ bi nav kirin û di kovara zanistê ya Cretaceous Research’ê de pênasekirin û dane nasanîn.
Her çiqas bermayiyên ku hatine bidestxistin perçe perçe bûn jî bermayiyên 120 salî ku di nava zinarekî de hatin dîtin nîşan da ev tîmseh endamê herî mezin yê nîjadekî ye ku ew seranserê jiyana xwe di behrê de derbaskirine.
Ji Paleontologên Zanîngeha Edinburghê Stephen Brusatte dibêje: “ev keşfa nû û xweşik li herêmeke nedîtî ya fosîlan pêk hatiye.”
Fosîlên ku ji hestiyên serî û hin perçeyên din pêk tên, ji aliyê Federico Fanti û hin hevkarên wî ên zaningeha Bolognaya Îtalyayê ve bi piştgiriya National Geographic Society hatin keşifkirin.
GEZKIRINA BIHÊZ
Zanyar ji bo ku mezinbûna Machimosaurus rex baş fêm bikin li bendê ne ku îskeletekî bi hev ve ango yek perçe bê kifşkirin. Lêbelê Fanti dibêje taybetmendiyên wî cureyê nû wek xizmên wan ên nêz in û ji ber vê yekê jî ew dirêjbûna Machimosaurus rex wek 9,6 texmîn dike.
![Dirêjbûna Machimosaurus heya 10 mîtroyan derdiket. [Destxet: Davide Bonadonna]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2016/03/01megacroc.adapt_.590.1.jpg?resize=590%2C744)
Tîmsehê herî mezin ê ava şêrîn Sarcosuchus imperator 110 sal beriya niha jiyabû û bejna wî 12 mîtro, giraniya wî jî 8 ton bû. Wekî Deinosuchus tîmsehê “alligator” jî di nav de piştî van cureyên gelek tîmsehan tunebûne, li pey wan tîmsehên ava şor ma bûn ku xizmên wan ên nêz bûn.
Diranên vî heywanên goştxwer, nîşanî me didin ku vî heywanî di okyanûsên berê de çi tişt xwarine. Fanti diyar dike ku “Diranên Machimosaurus rex girover, kin û stûrbûn û hêzeke bêhempa ya wî ya gezkirinê hebû. Her wiha serekî wî yê pir mezin hebû.” Ji ber van taybetmendiyan tê gumankirin ku bi giştî ev tîmseh nêçîrvanek bû û kûsiyên behrê jî di nav de nêçîra gelek cure ajalan kiriye.
Brusatte dibêje bi gumaneke mezin “Ew dirindeyekî wisa bû ku dafik bi kar dianîn û di nav ava ne kûr de digeriya û nêçîra kûsî û masiyan dikir. Dibe ku li benda heywanên bej jî disekinî ku nêzî peravê bibin.”
XWEPARASTINA DI XWEZAYÊ DE
Ji bo zanyaran bi tenê taybetmendiya herî giring a Machimosaurus rex ne mezinbûna wî bû.
Paleontolog ev demeke dirêj e nîqaş dikin ka gelo di Serdema Jurayê ya beriya niha bi 145 milyon salî de tunebûneke komî pêk hatiye an na? Dihat texmînkirin ku Machimosaurus jî di nav de koma bi navê teleosaurid bi wan komên din re tune bûbe.
Xêzkirina Machimosaurus rex (spî) ku li gor fosîlên hestiyan hatiye amadekirin, dirêjbûna tîmseh bi berawirdkirina însanan re nîşan dide. [Xêz: Marco Auditore]
Li ser zinarên beriya Serdema Kretaseyê dîtina Machimosaurus rex, dibe delîl ku heke tunebuneke komî pêk hatibe jî li gerstêrkê jiyan hemû tune nekiriye. Brusatte dibêje “ev kişfa nû nîşan dide ku gelek marîjokên behrê li derveyê sînor mane. Ev jî dibe delîleke nû ku ji tunebûna komî bi awayekî sax filîtine.”
Tunebûn, dibe ku ji îmhabûneke bilez wêdetir wek derbasbûneke hêdî derketibe holê. “li gorî şîroveya me bandora tiştên ku di dawiya Serdema Jurayê de derketin holê, gerdûnî bû lê ihtîmal e ku bi pêkhatina krîzên biyolojîk ên herêmî derketine holê ku hêj jî bi kêm agahiyan hatine belgekirin.”
Hêj jî ew nepeniya wan tîmsehên behrê dewam dike ku çima dîsa wekî berê nakarin bibin xwedî debdebeyekê. Malbata Machimosaurus rex ji texmînan zêdetir jiyana xwe domand lê wekî Serdema Jurayê zêde nebûbû.
Machimosaurus rex dibe ku bi debdebebûna xwe ve xwedî tesîrekê bû lê bi gotina Brusatte “tîmsehekî berdestê mirinê bû.”
– Edîbe Boga / Jêderk: Brian Switek – National Geographic
MIN EV MALPERA DELAL NÛ VEDÎT.MIN GELEKÎ DIXWAST KU AGAHIYÊN LI SER XWEZAYÊ BI KURDÎ BIXWÎNIM.NIHA GELEKÎ DILŞAD IM LÊ BELÊ ÇEWTIYÊN DI NIVÎSAN DE LI ÇAVÊN MIN KETIN.MÎNAK:TÎMSEH:CIRNÎS, BÎYOLOJÎ:ZÎNDEWERNASÎ/JÎNNASÎ,BEHR:DERYA…HESANÎ BE.SERKEFTIN