Destpêk / Giştî / TIRŞIK.NET “MALPERA WEK XWARINA TIRŞIKÊ” HEMA TU ÇI BÊJÎ, TÊDE HEYE

TIRŞIK.NET “MALPERA WEK XWARINA TIRŞIKÊ” HEMA TU ÇI BÊJÎ, TÊDE HEYE

  Em dikarin bibêjin ku yekem ferhenga azad û xwedî pir-agahî ya bi kurdî ye. Tirşik.net her çiqas, rengê malperên wek “http://www.urbandictionary.com/” a Amerîkî û wek “ekşî sözlük” a Tirkî nede jî bi rastî ji wan xweştir û xwedî zimanekî zelal e. Mîna ku me di serî de got, ev malper bi temamî bi Kurdî ye û ev yek wê malperê dixe nav dilê Kurdan. Bi zelaliya ziman û bi nivîskarên zana, ji bo her Kurdekî ku bixwaze pirsan bibirse û bersîvan hilde, tirşik.net tam cihê wan e û divê wekî malê bavê xwe bi kar bînin.

Tirşik.net, di bazara Kurdî de valahiyeke dezgehê tijî kir. Jixwe bazara zimanê Kurdî hebû, lê dezgeha “tirşikê” tunebû û jê bawer bibin ku dê Kurdî bi hewldanên kesên bêyî daxwaza îtîbar û fikriyata madîyatê, pêş bikeve û wê bibe xwedanê radeyeke baş.

TAYBETMENDIYÊN MALPERA TIRŞIK.NETÊ

Heke kesên ku “ekşi sözlük[1]a Tirkî û “http://www.urbandictionary.com/”a Îngilizî bi kar anî be, mantelîteya “tirşik.net’ê” wê baştir fêm bike. Di tirşik.net’ê de, kesên ku bixwazin bersiva tiştekî bigerin û an jî bixwazin derbarê zanyariyekê de bibin xwedî agahî, dikarin li ser maperê wek “nivîskar” bibin endam û dest bi çêkirina tirşikê bibin, ango wê bikevin “zanîngeheke kurdî”. Em dikarin ji vê re bibijên “ferhenga gel”. Deriyê wê ji her kesî re vekiriye û her kes dikare mîna ku ji dayika xwe bipirse, ji nivîskarên malperê pirsan bipirsin.  

AGAHIYÊN TEKNÎKÎ

Li gor zanyariyan “navenda birêvebirina malperê” li bajarê Stenbola Tirkiyeyê ye û ji hêla “simurg56” ve tê birêvebirin. Lokasyona hostîngê li Amerîkayê ye û ji aliyê “www.joker.com” ve pêk tê. Li ser lêkolînan hat dîtin ku hêza lokasyonê baş e û bi saya vê yekê malper zû bi zû nayê hackkirin. Li gor temenê domanînê malper par ketiye xizmetê û navê wê jî di nav Kurdan de zûtir belav bûye. Herwiha malper li gor temanê xwe pir pêşketî ye û ji Alexayê rêza “697,955”an wergirtiye.  

Malpera Tirşik.net di warê ferhengiya kurdan de bû mînakeke baş û bi saya vê belkî bi sedan kes gihaştine bersiva pirsên xwe û serfiraz bûye. Di warê Kurdî de “tirşik.net” yekem malpera azad û serbixwe ya ji bo pirs û bersivan e.

[1] Ekşi Sözlük – malpereke Tirkî ye û bi Kurdî tê maneya “ferhenga tirş”

Çavkanî: Kovara Zanko

Herwiha binêre

BAŞTIRÎN WÊNEYÊN AJALAN ÊN SALA 2016

National Geographic baştirîn wêneyên ajalan ên sala 2016’an eşkere kirin. Piraniya wêneyên ku hatine vebijartin …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor