TOYOTA HILUX AN JÎ BI GOTINA ROJHILATA NAVÎN “SPONSORÊ TERORÎSTAN”

GELO ÇIMA HEMÛ RÊXISTINÊN ÇEKDAR Û ARTÊŞÊN BIHÊZ NIKARIN DEV JI TOYOTAYÊ BERDIN. NIHA EM Ê BIBÎNIN BÊ ÇIMA.

hilux

Toyota Hilux modeleke pîkap ya Toyotaya Japonî ye. Toyota ji bo bikaranîna erd û zeviyan hatiye sêwirandin û bi du pergalên tevgerê pêk tê. Modelek jê 4×2 ye û ya din jî 4×4 e û ew dikarin bi hêsanî li çiya û kendalan jî bisekînin.

Hilux ji bo asfaltan jî guncav e û şiba Maseratiyeke dijminê asfaltê dikare di rê de biçe. Hilux bi saya komyonetbûna xwe dikare hemû barên giran hilgire ser pişta xwe.

Hebûna Hilux digihîje nîv sedsalê û her tim bi awayekî nûjen û xurrtir derketiye pêşberê hezkiriyên xwe.

Modela ewil ya Hilux’ê di Adara 1968’an de derketiye û ji wê demê heya niha hebûna xwe didomîne. Dijminê kendalan Toyota Hilux di serpêhatiya xwe de tim bangîneyeke tund xistiye dilê heskiriyên xwe.

Belkî tê zanîn piraniya rêxistinên çekdar û artêşên fermî Toyota û bi giştî jî modela wê Hi-lux a pîkap[1] bi kar tînin. Sedemeke wê gelek xweşik heye.

Toyota li ser riyên xwaro maro û çol û çiyayn bê pirsgirêk rê digre û diçe û ew astengan ji bo wê ne mesele ne. Bi giştî li çiyayên bilind û di nav zinar û kendalan de mirov dikare aşkeretir hêza Hilux’ê bibîne.

Toyota Hilux ji bo wan kendalan hatiye hilberîn.

GELO EW KOMÊN ÇEKDAR ÇIMA DEV JI VÊ DIJEKENDALÊ BERNADIN?

11022011_toyota-dealer-sign_612am

  1. WEKÎ KAMYONAN DIKARE BI DEHAN KESAN HILDE SER PIŞTA XWE

Hilux li gor modelên sekmanda xwe cuda ye û cihê wê yê bar ji yên din zêdetir e. Li wî cihî bi dehan kes dikarin rûnin û ber bi şerê xwe yê dijwar diçe. Ji daneyên ku heya niha hatine bidestxistin di cerbandinan de derketiye holê ku Hilux’ek dikare 30 kesî li ser pişta xwe bar bike. Bi rastî 30 kes di îroyîn de nikarin li otobûsekê bi cih bibin, lêbelê Hilux cuda ye û tevî çekên wan yên giran dikare cendekê wan jî veguhêzîne asoya wan.

  1. DOÇKA, MOŞEK, FÛZE Û MEKANÎZMAYÊN DIN DIKARE LI SER XWE BI CIH BIKE

Ma mesele ne tenê cendek û mirov in. Hilux bi tevahî li gor şerên stratejîk jî hatiye çêkirin. Dikare Doçka, Balafirşikên, Fûze, Topavêj, Roket û hemû mekanîzmayên şerên giran li ser pişta xwe bihewîne û derfetê dide wan ku bi asayî bixebitin. Hilux tevî navê xwe yê Dijekendal, dijminê dijberên şerî jî ye.

  1. LI SER ÇIYA Û KENDALAN DIKARE BI REHETÎ TEVBIGERE

Rêyên dûvedirêj, kevirên li serê riyan, astengî û çalên veşartî. Ji bo wê tu tişt ne xem e. Hilux li çolistanan wek çita li bajaran jî wek Lamborghini’yan e. Bi leza xwe ya nêzî 200 kîlomîtroyî li pey nêçîra xwe diçe û xwe digihîne armancê.

  1. EV TIŞT JI BO KOMÊN ÇEKDAR HATIYE ÇÊKIRIN !

Komên çekdar dikarin dev ji keleş û biksiyên xwe berdin, lêbelê nikarin ji Toyota Hilux’a xwe dûr bikevin. Hilux di şeran de keleş, di aştiyê de jî kevokeke bilez e. Tevî ku li rojhilata navîn, li bakurê Efrîkayê, li Rojavayê Asyayê bûye sembola şer û kuştinan, helbet tenê xirabiyên wê wesayîtê tune ne. Toyota Hilux wesayîta malbatî jî ye.

lienzo

  1. LI ROJHILATA NAVÎN WEK SPONSORÊ TERORÎSTAN TÊ NASÎN

Lêbelê nav û dengê Toyota Hilux tim di nav şer û pevçûnan de hatiye bilêvkirin. Ev yek bûye belaya serê wê. Toyata şîrketeke Japonî ye û bêhtir li Rojhilata Navîn wek sembolekê tê dîtin. Lêbelê bi navekî qirêj. Di dema niha de hema li hemû şer û pevçûnan binêrin teqez Toyotayek heye. Ew jî an Hilux an jî Kamyonet in.

Ê, serpêhatiya Toyota Hilux wisabû, him aliyên xirab him jî aliyên wê yên başiyê hebûn. Lêbelê Toyota li Rojhilata Navîn dê her tim bête hezkirin.

 

[1] Pîkap – EN: Pick up.

Çavkani: Kovara Zanko

Şîrove Bike