Nivîs: Sinan Yildiz | Dîmen: Sinan Yildiz |
Ji bajarê Enqereyê bo Qersê geşteke biçûk bi trênê.
Wênegir û derhêner Sinan Yildiz geşta xwe ya bi 24 saet û 30 deqîqeyê kir dîmenek û wê dîmenê jî bi civaka me re parve kir. Va ye em jî bibin beşdareke vê geştûgûzariyê.
Bi şîroveya Sinan Yildiz geşta trênekê;
“Ji bo rêwîtiyeke fantastîk rêbazeke nuwaze ye. Di vê rêwîtiyê de ne devera gihiştinê, ne jî devera siwarbûnê girîng e, ev geşt bi serê xwe xwedî girîngiyeke cuda ye. Her roj ji Enqereya Tirkiyeyê trênek radibe. Trêna ber bi bajarê Qersê. Di saet 6’ê êvarê de ji Enqereyê radibe û di nav 24 saet û 30 deqîqeyan de rojek paşê di saet 6 û nîvê êvarê digihîje Qersê.
“Lêbelê beriya ku hûn lê siwar bibin hin tişt hene ku divê hûn pê bizanibin. Trêna bo Qersê bi giştî ji 7 wagonan pêk tê, lêbelê ji ber ku têr û tijî dibe 8 wagon lê hatine girêdan.
“Geşta di trênê de bi 3 awayî pêkan e.
“Wagona Pulmanê: Di nav wagonê de paldankên fireh hene, lê ew paldankên fireh tenê ji bo geştên biçûk baş in. ji ber ku geşteke 24 saetî bi paldankên fireh kuta nabe.
“Wagona beşên 4 Kesî: wekî navê xwe, 4 kes lê cih dibe, hinek teng be jî mirov dikare lê razê.
“Gava 4 kesên biyanî bên hemberî hev helbet ihtîmala ku hûn tamê ji gera xwe negirin heye ku armanca we ger tenê ne rêwîtî be.
“Wagona 4 nivînî: li jor û jêr 2 cihên razanê hene. sarincokeke biçûk, maseya xebatê jî konforên alternatîf in. Ev wagon bi giştî ji aliyê hevseran tê bijartin.
“Bi leza 70 û 80 kîlomîtroyî diçe trên.
“Di rêwîtiyê de kelecaneke du erdnîgariyan çê dibe.
“Aliyekî Tirkiye bi erdnîgariya xwe ya bêhempa, li aliyê din jî Kurdistana Bakur bi xeta ya Serhedê.
“Her ku diçe hînî tiştên nû dike, bendav, çiya û çemên li dora erdnîgariya du welatan, ligel xemgîniya demkî kelecaneke têr û tijî dide.
“Belê ev der Kurdistan e.
Em gihîştin xaka xwe ya li herêma Qafqasan.”
National Geographic Kurdî