Tu çiqas bilez bibî, tu yê ewqas ciwan bimînî!

Nivîs:  Tekin Çiçek

DEM girêdayî wê çarçoveyê ye ku referans hatiye girtin.

TEORIYA EINSTEIN bi du saetên muqayesekirî hatiye piştrastkirin. Ji wan saetan yek neguhêz e ya din jî bi balafirê tê şandin.

Kordînata pergalê ya bi çar aliyî ku Minkowski ji teoriyên Einstein sûd wergirtiye û pêk aniye, xwediyê sê tewereyên fezayê û germiçanga demê ye.

Dem di mekanîkeke fezayê de girantir diherike.

ZAMAN
Wêne: The Knowledge Book NG

Paradoksa cêwî (twin paradox) – Leza tîrêjan temenê mirov dirêjtir dike.

Minakekê bifikirin ku cêwî ji hev vediqetin. Bila ji wan cêwiyan hebek li ser rûyê erdê bimîne, ya din jî bila bi keştiyeke fezayê ku xwedî leza tîrêjê ye li fezayê rêwîtiyê bike. Li gor teoriyên hesabê hevkêşeya guhêrbar: Xwîşka ku li fezayê bi qasî 2 salan bi leza tîrêjê rêwîtiyê bike (sal li gor dema tîrêjê ye, ne li gor dema erdê ye) û gava vegere dê bibîne ku cêwîka wê ango xwîşka wê ya li ser rûyê erdê bi qasî 40 salan pîrtir bûye.

“Leza keştiya fezayê çiqas zêde be, dem jî li gor wê hêdî dimeşe.”

Madeya bibaristayî nikare bi leza tîrêjê tevbigere; lê di vê hîpotezê de wekî ku nêzî leza tîrêjê ye tê qebûlkirin û hesab jî li gor vê dikare were kirin. Xwîşka ku li ser rûyê erdê maye dê bi awayê ku tê zanîn pîr bibe. Xwîşka ku rêwîtiyê dikir jî di çarçoveya referanseke bitevger de ji ber ku dem hêdî diherike dê derengtir pîr bibe. Ango dê ciwan bimîne

Mînaka cêwiyan dide nîşan ku lez bandoreke çawa li demê dike. 

Parzemîn Solutions – Kovara Parzemîn

 

Şîroveyek

  1. Balkêş e, Xwedê ji we razî be…

Şîrove Bike