Nivîs: | Ramazan Badem |
Dema em li derdora xwe dinêrin em dibînin hin kes ji tûjiyê an jî ji xwarinên tûj gelekî hez dikin û dibêjin ev ji bo me çêjeke cuda ye. Bi ser de hin kes wek hobî heta wek nexweşiyekê dikevin pey îsotên herî tûj ên dinyayê.
Kesên ku ji tûjiyê hez dikin haya wan ji wê yekê heye ku ew madeya kapsaîsînê ya di îsotên tûj de reseptorên di damarên tûjiyê yên di devê mirovan de dixin dewrê û tu zirareke wê tune.
Dizane ku wê piştî çend deqeyên din ew tûjî derbas bibe û dema ew ji laş were avêtin wê dîsa ew piçekî bişewite.

Rêjeya tûjiya di îsotan de li gorî pîvana ku wek skalaya Scovilleyê tê zanîn tê diyarkirin. Li gorî vê pîvanê bi nîşaneya 2,2 milyonê îsota herî tûj a bi navê Carolina Reaper e.
Doza îsotên tûj a di xwarinên rojane de tu zirarê nadin mirovan lê ew kesên ku li pey fantaziyan in carna rastî tesîrên wê yên nexweş tên.
Ceribandina Îsotên Tûj
Du rojnamegerên rojnameya The Argusê ya ku di 2014an de li bajarê Brightona Birîtanyayê dihat weşandin, ew bûrgerên ku gelekî tûj in û di malpera geşt û gerê ya TripAdvisorê de pesnê wan tê dayîn tehm kiribûn. Di skalaya Scovilleyê de rêjeya tûjiya di sosa van bûrgeran de ji ya gaza îsotan zêdetir derketibû.
Molekula di kapsaîsîna îsotên tûj de reseptorên tûjiyê yên di şaneyên rehan de dixe dewrê û bi vî awayî wê hîsa tûjiyê dide.
Ji rojnamegeran yekî ji bo ku tesîra tûjiyê bikuje gelek şîr vexwaribû yê din jî mexdeya wî gelekî êşiyabû, destên wî pûç bûbûn, bêhnstandin û dayîna wî gelekî zêde bûbû. Li ser wê yekê her du jî rakiribûn nexweşxaneyê. Yekî ji wan digot ez ewqas diêşiyam ku min digot qey ez ê bimirim.
Matt Gross jî ji bo kovara Bon Appétitê ceribandineke îsotên tûj dike û ji wan îsotên ku li dinyayê yên herî tûj tên zanîn ên bi navê Carolina Reaper 3 heban dixwe. Piştre dibêje nîşaneyên qeyrana dil jî tê de semptoman 14 rojan dewam kir.
Ew hîsa şewitandinê ji bo çi ye?
Gelo çima îsotên tûj dibin sedema nîşaneyên xirab?
Îsotên tûj dema dikevin mexdeyê di bin sedema firkê. Ew jî nîşaneya wê ye ku di mexdeyê de rehên ku wê hîs dikin hene. Laşê mirov jî ew şewitandin çi ji ber germê çi jî ji ber kîmyeyekê be, hewl dide ku wê biavêje.
Mirina Şaneyan
Li gorî lêkolînan a ku tê zanîn ji bilî aciziyeke demkî tu zirareke demdirêj a îsotan tune. Lê biyolog dibêjin dema guhandarên ciwan zêde madeya kapsaîsînê werbigirin an jî têkeve laşê wan dibe ku bibe sedema mirina hin noronên tûjiyê. Ev şane bi demê re xera dibin û careke din nikarin xwe nû bikin.
Li gorî baweriya hin kesan ev mekanîzmeyeke xweparastinê ya îsotan e; Ew bi vî awayî xwe ji guhandaran diparêzin ku neyên tovên wan nexwin. Hin çûk tên van tovan dixwin û bi zîçên xwe li deverên din belav dikin, bi vî awayî li wan deran jî îsot digihên. Bi qasî ku tê zanîn di van çûkan de reseptorên tûjiyê tune ne.
Bi tenê îsot nikare xwe wek guhandar ji însanan biparêze, lewra ew kêf û çêjekê jê digirin. Lê ya baş ew e ku ev jî zêde zirarê nade îsotan.
Parzemîn Solutions