VEGUHERÊN RÛYÊ CÎHANÊ: PROJEYÊN HERÎ MEZIN

Gelo projeyên avahiyê yên mezin, bandoreke çawa li cîhanê dikin?

Êdî ne hewce ye hûn ji bo dîmen an jî bergeheke xweş li balafirekê siwar bibin. Hûn dikarin bi projeya Earthviewê ya Googleyê dîmenên peykê li kompîturên xwe bar bikin û veguherînin wêneyan.

Bi projeya Earthviewê ya Googleyê hûn dikarin li gelek wêneyên projeyên endezyariya mezin binêrin ku ji jor ve hatine girtin û hêj heta niha nehatine dîtin. Yanê li wan şopên ku mirov li ser rûyê erde hiştine.

Pergala Avdanê ya El- Jawfê ya li Lîbyayê

p037pdq4

Li Libyayê bajarê El-Jawfê bi temamî li ser pergala avdanê ye. Şeşgoşeyên ku di wêneyê de tên dîtin, waheyên 1 km yên çandiniyê ne ku li seristana Çola Sehrayê hatine çêkirin.

Li herêmê hema hema bibêjin baran nabare. Av, ji binê erdê tê derxistin. Ev av ne wek ava ser erdê ne ku bê nûkirin. Li çolên wek Sehra û Kalahariyê gelek kes ji bo ji bin erdê avê derxin hewl didin.

Îstasyona Enerjiya Tavê ya Solnovayê, Sevilla, Spanya

p037pdcy

Solnova, beşeke Solucar Complexê ye ku çewliga enerjiya tavê ya herî mezin a Ewropayê ye. Di wêneyê de ji penc beşên çewligê sisê xuya dikin. Her yek ji wan bi qasî 300 mîtroçarçik qad cih digire. Eynikên biqews ên ku bûne rêz, tîrêjên tavê li boriyên nefte dixîne. Neft heta 400 pileyî jî derdikeve.

p037pcv8

Dema ku projeya Solucar Complexê qediya bi 250 milyon wattê dê bibe enerjiya tavê ya herî mezin a cîhanê. Tê payîn ku bi projeya Solucar Complexê hewcedariya 150 hezar malan bê çareserkirin û salê 185 hezar ton karbondîoksît kêm bibe.

Termînala Maatschap Europoortê ya li Hollandayê

p037pcjm

 

MET’a li keştîgeha Rotterdamê wek embara neftê tê bikaranîn. Di 21 depoyên wê de 1,6 milyon mîtrokûp petrol tê hilandin. Vê nefte vediguhezîne Ewropayê.

Ji keştîgeha Rotterdamê her sal 450 milyon ton mal tê veguhastin. Nîvê vî barî digel neftê barê sivik e.

Rezervuara IJsseloog, the Ketelmeer, Hollanda

p037pj7x

Ev rezervuara bi 1 km çapî ku însên çêkiriye alûvyonên di gola Ketelmeerê de kom dike. Bi vê yekê gol her du çeman bi hev re girê dide û ji bo çûnûhatina keştiyan kûrbûna avê di astekê de dihêle.

Ev giravên ku bi dagirtina behrê hatine avakirin, ji sisiyan dudu di bin asta behrê de ne. Ji bo erd, di bin avê de nemînin peywira bendavekê dikin. Ger ev nebûna, ji sedî 65ê welêt dê di bin avê de bimiya.

Kanên Zêr û Sifir ên li Akjoujta Morîtanyayê

p037pdjw

Di wêneyê de kanên zêr û sifirê yên li Morîtanyayê xuya dikin. Rengê şîn ji ber oksîtbûna tebeqeyên sifirê pêk hatine. Sifir, dema ku bi oksîjên û avê re temasê dike, li ser erdê karbonata sifir pêk tê û rengekî wek şîn û kesk dide.

Li Morîtanyayê mîneralên wek xwê kêm dibin, lê hêj derxistina çavkaniyên siruştî yên wekî sifir û zêr didome.

Girava Çêkirî ya Durra Qetarê, Doha, Qetar

p037pd06

Înşeata Girava Çêkirî ya li Durra Qetarê Dohayê hêj didome. Dema ku proje qediya dê li girava çêkirî otelên lûks, avahî, firoşgeh û xwaringeh xuya bikin.

Wekî Hollandayê, ev giravên lûks jî ji axa ku ji nav behrê hatiye berhevkirin tê pêkanîn. Li Dubaiyê projeya “The World”ê ku dişibe vê projeyê di sala 2008’an de asê mabû. Ev giravên çêkirî di bin talûkê de ne. Ger pakijkirina giravên çêkirî nebe, dê erozyon çêbibe. Hawîrparêz dibêjin ku di dawiyê de giravên çêkirî dê di bin avê de bimînin.

Xebatên veguhastina bo Durra Qetarê di sala 2012’an de dest pê kir. Tê payîn ku proje di sala 2018’an de biqede.

Venedîk, Îtalya

p037pd5r

Venedîk bi tena serê xwe serkeftineke endezyariyê ye. Ji bo bajar li ser piyan bimîne, ji çar aliyên cîhanê zanyar li rê û rêbazên nû digerin. Tevgera di bin erdê de yên tektonîk binesaziya bajêr ber bi Çiyayên Apenînê ve dibe . Ji ber vê yekê bajar roj bi roj di bin avê de dimîne.

Bi pompekirina avên bin erdê, çêkirina bariyer û bendên tijikirî, hewl didin ku rêjeya binavbûna bajar kêm bikin. Lê ev ne çareseriyên duv û dirêj in. Pispor dibêjin rêjeya binavbûna bajêr salê 2 mm ye.

– Menazîr Aslan

Şîrove Bike