Ji me re 40 milyon kîlomîtro dûr e, lêbelê em dikarin wê xwîşka xwe bibînin. Bi ba û bagerên xwe yên navdar ji dûr ve wek stêrkeke biewle xuya dike. Beriya ku me ew dît me li dûr ve gelek tişt li ser wê axivîn. Me got, ew der bihûşt e. Me got, ew der daristanên tropîkalî ye.
Gelek zanyarên me gotin we der “Deşta Hewremanê ye” û li ser vê yekê beriya Emerîkayê, Sovyetan wesayîtek şand wê derê. “Venera” ji bo kifşkirina “Deşta Hewremanê” li Venûsê bû. Lêbelê wesayît tenê karî 23 deqe bixebite. Di nava 23 deqeyan de gelek wêne şandin.
Hemû wêneyên ku hatin rastiyên dilsoj rave kirin. Venûs ne deşt e, ne jî daristan. Venûs keçikeke gunehkar bû û wek dojehê dişewitî. Germahiya li wê derê 500 santîgrat bû û ne mirov, êdî tu jîndar nikare di bin vê germahiyê de bijî. Tevî germahiya xwe li Venûsê fişarekê xort jî heye.
Bi tenê germahî li wê naxe, fişara tund dikare wesayîtekê bipelçiqîne. Herwiha fişara wê derê 90 caran ji dinyayê zêdetir e. Ew fişar ne mijara henekê ye û dikare tankekê jî pirtî pirtî bike.
Li Venûsê jiyan ne pêkan e. Ne diyar e ku berê li wê derê çi hebû, lêbelê tenê rastiyek heye; ev der dojeh e.
Li aliyê din li derdora Venûsê ewrên xwedî asîdên sûlfrîk hene. Ew ewr dikarin her tiştî rizî bikin. Dikarin di nav çend saetan de hesinan biherişînin.
ŞANDINA WESAYÎTA FEZAYÊ
Li ser kifşkirina agahiyên nû Emerîkayê wesayîteke bi navê “Venûs Express” şand bo wê derê. Wesayîta navborî li derdora gerstêrkê agahiyên nû şandin ji me re. Ji ber ku li derdora Venûsê ewrên sûlfrîk hene em bi tu awayî nikarin ji dinyayê binê wê bibînin û ji ber vê yekê şandina wesayîtekê hewcedariyeke sereke bû.
Me bi vê “Venûs Expressê” zanî ku ligel ewrên sûlfrîk korbon dîoksîteke berfireh heye. Ew karbon dîoksît wekê li dinyayê tesîreke serayê dike û nahêle bila germahî ber bi fezayê belav bibe. Venûs gelek germ e û bi vê germahiya xwe hemû kevirên xwe diteyîsîne.

Venûs Express bi tîrêjên înferûj ew der kifş kir. Ji ber ku tu tişt nikare binê wan ewran bibîne.
Di bin wan ewran de tu tişt xuya nake. Ne şev heye ne jî roj. Her çiqas Venûs ji dinyayê zêdetir bo tavê nêzîk be jî ev germahiya wê ji ber tesîra serayê ye.
Germ e û dipije.
Lêbelê tevî wan tiştên neyînî ji Venûsê zanyariyên jiyanê jî tên. Di nava ewrên sulfrîk de hat dîtin ku ji wan ber bi fezayê; helyûm, hîdrojen û oksîjen diherike. Wekî hûn jî dizanin hîdrojen û oksîjen tê wateya avê û av bi wan dest pê dike.
Naxwe li Venûsê av heye û ew av ji ber germahiya xwe ya zêde êdî bûye hêlm û bo fezayê belav dibe.
Niha em werin gelo ew Venûs çawa û çima hatiye vî halî?
Venûs ne wek xwîşka xwe ye û ji ber ku nazirive li derdora vê qayîşeke manyetîk pêk nehatiye. Gava qayîşeke manyetîk nebe ew tîrêjên xirab û radyasyonî yên tavê li gerstêrkê dikevin. Ji ber ketina wan radyasyonan av û oksîjen tu tişt nemaye û Venûs bûye rejî.
KURTE BI KURTE VENÛS BINASIN
- Venûs germtirîn gerstêrka li pergala rojê ye.
- Li derdora Venûsê ewrên sûlfrîk asîdî hene û ew dikarin her tiştî bipelçiqînin.
- Venûs ji me re 40 milyon kîlomîtro ango 25 milyon mîl e.
- Di nav ewrên Venûsê de bi riya wesayîta “Venûs Express” ve hîdrojen û oksîjen hatine dîtin.
- Ewrên li dora Venûsê di saetê de 80 hezar km lezî diçe.
- Ji ber stûrbûna ewrên xwe, erdê Venûsê rûyê tavê nabîne û ew wê pasîf dike.
- Nêzîkbûna wê ya bo tavê bûye sedema bageran.
- Ji bo bagerên Venûsê “super rotasyon” tê gotin.
- Ji ber ku li Venûsê tebeqeyên tektonîk tune ne ew germahiya li hundir piştî demekê dipeqe.
- Herwiha li Venûsê birûsk jî pêk tên, tevgera ewrên bilez Birûskan jî derdixe holê.
- Niha gelek xebat tê kirin ku dibe di nav ewrên Venûsê de jiyan hebe. Heke organîzmayên zindî ku dikarin di germahiya zêde de bijîn li Venûsê hebin, naxwe em dikarin di pêşerojê de behsa hebûna jiyanekê bikin.
Zanyar tevî hemû wan lêkolînan dîsa jî ji Venûsê gelek tiştan hêvî dikin. Dibe ku em nekarin biçin wir bijîn, lêbelê divê em hebûna jiyanekê eşkere bikin. Gelek organîzma dikarin cihên germ, asîdî û bêoksîjen bijîn û heke wisa be di nav ewrên Venûsê de jî jiyan heye.
– Cûneyt Ewrareş / Kovara Zanko