VÎRÛSA MEZINTIRÎN A 30 HEZAR SALÎ

Vîrûsa 30 hezar salî ku li Sibîryayê hat dîtin, balkişand ser germahiya kûrewî û haşyarî da zanyaran.

Komeke lêkolîner ên Rûsî û Fransî, ji 30 mîtroyan bin behra Rojhilatê Sibîryayê parçeyekî cemedê derxistin û di hundirê vî parçeyî cemedê de vîrûsek dîtin.

Ji ber dirêjehiya 1.5 mîtro û şiklê wê yê nuwaze navê wê wek “Pandoraya Mezin” ango ‘Pithovirus’ hatiye danîn ku di zimanê Grekiya Kevn de tê van wateyan.

Her çiqas ev vîrûs, ji bo tenduristiya mirovan tu gefan nexwe jî ji bo dahatûyê nîqaşên girîng dan destpêkirin. Mirovên zanist hişyariyê didin û dibêjin; ji ber germahiya global dibe ku bakteriyên berê ji nûve derkevin holê û ji mirovan re nexweşiyên xeternak û bimirin çêbikin.

Jêder: Kovara Zanko

Şîrove Bike