VLT | GELO EW KADIZ, GALAKSIYÊN CÎNAR Û FEZAYA SERMEDÎ ÇAWA TÊ VEDÎTIN?

Ji bo dîtina fezayê, çavên mirov û dûrbînên pêşmergeyan yên ku li hemberê DAIŞ’ê bi kar tînin, têra nakin, divêt bi  teleskopên xwedî gigapixel li wan bê nêrin. Ango bi kurtasî  ESOya Ewropayê û NASAya hêzdar berî ramanên me yên li ser wan, li ser gir û kendalên bilind ên cîhanê teleskopên bihêz bi cih kirine. Ka em ji wan 2 teleskopan baş binasin.

 1024px-Wallpaper_of_Paranal_and_the_Basecamp

TELESKOPA VLT’Ê ANGO “VERY LARGE TELESCOPE”

Li ser girê herî bilind Cerro Paranal yê ku li çolistana Atacamaya Şîliyê disekine.

Teleskop ji aliyê Çavdêrxaneya Başûr ya Ewropayê ESOyê ve tê rêve birin.

VLT “Very Large Teleskope” ango bi kurdî “Teleskopa Pir Mezin” li ser dîka 2635 m’yê (8,645 ft) cih digire. Bi pozisyona xwe ve cihekî pir bilind digire û bi vî awayî bêhtir li nêzîkê asîmanan dibe.

VLT di armanca xwe de kifşkirina fezayê dihewîne.

Bi teknolojiyên herî ultra yên sensor û amûrên nêzîkirinê ve hatiye pêk anîn.

Bi saya vê teknolojiyê hat zanîn ku, dinya ne bi tenê ye, bi milyonan galaksî cînarên me hene. Me bi vî terhî gerdûna xwe ya bêdawî kifş kir û em li pey rastiyên fezayê çûn.

VLT bi tena serê xwe jixwe nikare fezaya bêpayan nîşanê me bide.

Dîmenek ji kar û ‘emelên hundir yên VLTê

Very_Large_Telescope_Unit_Telescopes

Bi saya VLTê Çalên Reş bêhtir hat naskirin û ew teleskop teoriya Stephen Hawking şikînand. Her çiqas şik û gumana li ser Çalên Reş eşkere nebe jî, hebûna wan hatiye bawerkirin.

Helbet vedîtina Çalên Reş tenê bi saya VLTê ve nehatiye dîtin lê, em dikarin bibêjin ku di vê xwarinê de îsoteke wê jî heye.

Zanyarên fezayî kar û barên xwe yên li ser zanista pêdivî dimeşînin. Em li dû wan diçin û xebatên wan ên dawî bi zimanê me yê şêrîn pêşkêşî we dikin.

VLT navê çar heb teleskopên mezin yê li ser girê Cerro Paranalê ye.

Çavkanî: Kovara Zanko

Şîrove Bike