Dijberiya Wesayîtên bi-cêran her ku diçe dijwartir dibe.
Wesayîtên bi-cêran roj bi roj zêde dibe. Par Mercedesê wesayîteke b-cêran çêkiribû. Vê carê Otomobîla bihêz Porche Panamera bi teşeyeke cêranî derdikeve hemberê me. Porche bi hilberîna wê otomobîlê da zanîn ku “ez jî hilberînerê Hybrîdê me”. Divê wisa bê xwendin dem diguhere û pêwiste xweza paqijtir û ji ber wê wesaytên elektrîkî hewcedariyeke mezin e.
Niha em bala xwe bidin Wesayîta Hybird ya Panamerayê.
Performans
- Bi motoreke 333 HP (hêzahespê) û bi lezekê 167/kmh rê diçe.
- Ji 0 kîlometrê heya 60 kîlometre saetê di nava 5.2 çirkan de dikare bigîhişe.
- Panamera wesayîtekê Hybrid e ew tê wê watê ango bi temamî bi cêranê dixebite û wekî telefonan tê sarjkirin.
ParkAssist
- Dikare xwe bi xwe park bike.
- Di dûmahîk û pêşî de sansorên parkê hene bi saya wan dikare bêyî kontrola ajokarê xwe bi xwe park bike.
- Dûmahîk û serî wesayîtê de kamera hatiye bi cîh kirin.
E-Mobility Services
Ango hûn dikarin kêmasiyên wesayîtê li ser telefona xwe bi şopînin.
- Ev taybetmendî pir girîng e. Ji ber ku kontrolkirin û rêvebirina sazûmanên wesayîtê bi wê yekê pêkan e.
- Hûn dikarin çav lê rewşa bateriyê jî bigerînin û bizanin ku çiqas hêz tê de maye.
Şanîdera Pergalê
- Bi pênç şanîderan kokpîtekê mezin û amûrbar li hemberê me ye.
Binêrin Galeriyê
————————————————–
—————–Vîdeo ——————