ÇÎN: Di sala 2009an de ji ber protestoyên qada Tiananmenê, beriya 20mîn pirozbahiyên wê prosteyonê heya niha li Çînê înternet hatiye qedexekirin. Malpera mikroblogê a Weibo’yê li welêt pir bi nav û denge. Nezî 300 mîlyon kes wê bikartîne. Hikûmeta Çînê bêhtir dixwaze bila Weibo bê bikaranîn. Ji ber wê Weibo li welêt bûye yekem. Koma ku Weibo kontrol dike, ji gelek kesan pêk tê û ew kes peyamên ku di vê malperê de tên weşandin lêdikolin. Ji ber ku Çîn wisa dixwaze. Di dawiya wê lêkolînê de peyamên ku di derheqê polîtîkayê de tên jêbirin an jî ew hesab tê girtin. Înternet li Çîne di bin deste dewletê deye. Li Komara Çîne Google, YouTube, Flickr, SoundCloud jî qedexe ne. Ango li Çînê têgeha qedexeker serdest bûye.
ÎRAN: Li îranê Twittera ku 45 mîlyon bikarhênerê wê heye, ji hilbijartina serokatiyê ya sala 2009an heya niha girtiye. Di sala 2013an de hat vekirin lê belê piştre disa hat girtin. Ji ber ku ew jî bi xeletî hatibû vekirin. Tevî wan qedexeyan, dîsa jî serokdewlet Rouhani Twitter bi kar tîne. Em nizanin çawa bi kar tîne, dibe ku proxyeke cuda heye. Rouhani di hesabê xwe de her tim Tweetên bi Îngilîzî diweşîne. Ji xeynî wê, hesabê Twitter, Facebook û Instagramê yê pêşewayê Şîayan Ayetullah Ali Hamaney jî heye. Bikarhênerên Îranî ji bo ku ji qedexê xilasbin, serverên wek Tor, FreeGate, Your Freedom û Ultrasurfê bi kar tînin.
MISR: Protestoyên di sala 2011an de ne tenê Twitter, înternet bi tevahî hatibû qedexekirin. Gelê Misrê jî bertek dan vê rewşê û li kolanan prosteyên xwe zêde kirin. Ji qedexekirina înternetê gelê cihanê matmayî ma. Herwiha hin nivîskarên blogan û kesê ku înternetê bi kar tînîn hatin girtin. Piştî hefteyek qedexeya înternetê hat rakirin.
SÛRIYE :Gelek welat internet xistiye bin destê xwe, yek ji wan jî Sûriye ye. Sûriye jî digel buyerên Misrê Twitter û Facebook qedexe kiribû. Piştre jî demeke înternet hatibû qutkirin. Di Gulana 2013an de jî disa ev pêkanîn hat kirin. Înternet û malperên civakî yên li welêt hemû dibin kontrola tîmên sîber ên Sûrî de ne.
KOREYA BAKUR: Li Koreya Bakur jî, her ragihandinê dibin destê dewletê de ye. Tenê kesên akademîsyên û kesên bijartî dikarin înternetê bikarbînin. Hejmara malperên ku hatine vekirin jî pir hindik in û hema bêjin tune ye. Înterneta Koreya Bakur ewqas zêde di bin kontrola dewletê deye ku êdî navê serokê dewletê Kim Jong-un ji peyvên din cuda û bi tîpên mezin tê nivîsandin.
ERABISTANA SIÛDÎ: Di bûyerên “Bihara Ereban” de ji bo demekê medyaya civakî hatibû qedexekirin û înternet, ji heta niha ve bin-kontrol tê şopandin. Sepana axaftina wek telefon Viber jî bi hinceta li gor rêzikên welêt nehatiye, hat girtin. Ansîkolopediya li ser înternetê Wikipedia jî bi hinceta ku peyvên dij exlaq têde hene car caran tê qedexekirin.
ÎMARETES: Di sala 2007an de Twitter bi sedema ku dij olî, kevneşopî, polîtîka û exlaqê dewletêye ji bo demeke kurt hat qedexekirin. Bernameya Skypê ya ku bi rêya înternetê bê pere dihat bikaranîn jî demekê dirêj hat qedexekirin. Skype’a ku bi zêdetirî bi sedema bazirganiyê hatibû qedexekirin, di sala 2013an de astengiyên li ser wê hat rakirin.