WÊNEYÊ HERÎ MEZIN Ê KADIZÊ; 46 MILYAR PÎKSEL!

[Wêne: Lehrstuhl für Astrophysik, RUB]

Stêrknasên li Elmanyayê daneyên di destê xwe de bi kar anîn û wêneyê herî mezin ê galaksiya Kadizê (kakêşan) çêkirin.

Bi vê yekê derbarê fezayê de wêneyê mezintirîn û herî bi hurgilî hat bidestxistin.

Stêrknasên ji Zanîngeha Ruhrê hatin bal hev û ev wêne berhev kirin.

[Wêne: Lehrstuhl für Astrophysik, RUB]
[Wêne: Lehrstuhl für Astrophysik, RUB]
Wêneyê galaksiya Kadizê ji 46 milyar pîkselan pêk tê.

Ev wêne ewqas mezin e ku ji bo parastina wê amûreke taybet hat çêkirin. Ev amûr him galaksiyê bi temamî nîşanî me dide him jî bi mezinkirina herêman hûrgiliyên wêneyê tên xuyakirin.

Tîma lêkolînê ya di bin Serokatiya Prof. Rolf Chini de, wêne û daneyên ku lêkolîneran di 5 salan de berhev kirin, anîn ba hev û bi hev ve zeliqandin.

Di encama vê lêkolînê de ji 50 hezarî zêdetir objeyên nû hatin dîtin ku bi biriqînên xwe ji hev cudatir in.

– Menazîr Aslan / EN: Kara Šegedin

Şîrove Bike