Bêdengiya Bideng
Wêne: Hamed Tabein, National Geographic Your Shot
Endamê YourShot’ê Hamed Tabein ji bo ku vî wêneyê girên xîzê û çalên kûr bigire danê şeveqê berê xwe da çalistana li rojhilatê Esfahana Îranê. Tabein wiha dibêje [di dema girtina wêneyî de / 7’ê şeveqê] “Ev bergeh ji bo wênegirekî dîmeneke nuwaze ye. Ez beriya rojê çûm vê derê û li dû min roj jî hilhat û min dest bi girtina wêneyê gir û kûrahiyên xîzê kir. Beriya tav derkeve ez ji bilî kontrast û rûerd tenê xîz dibînim. Jixwe heke wisa nebûya ev wêne dibibûya wêneyekî şûştî”.