Wêne: | Dûrzan Cîrano |
Bi wêneyên Dûrzan Cîrano 15 cûreyên cuda yên çûkên li Kurdistanê. Ligel navên wan ên kurdî navên wan ên latînî jî hatine nivîsandin.

BOTBOTIK – Diksilêman, silêmanê dunikul, dodoyê dunikul, botbotik, hûphûpik an jî sîsko (Upupidae), famîleyekî çûkên masîgirên rengîn e ku jê cureyekî tenê mayî (Upupa epops) û çend binecureyên wî jî hene. AGAHÎ: Dirêjiya Silêmanê dunikul digihêje hata 28 cm, nikulê wî xwar û dirêj, serê wî bi timik e.

GARANÎK – an jî garranîk (bi soranî: Şawerrixne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e. Garanîk nêzî 50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û pê qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.

KÊZXURA PIŞTSOR – Kîrkot an jî kîrkûk (Lanius collurio), cureyekî ji balindeyên kêzxuran e.

LEGLEG an leglege, hacîlegleg, an jî leglega spî (Ciconia ciconia), cureyekî leglegan (Ciconiidae) e. Legleg 110-115 cm dirêj e. Rawestayî nêzîkî 85 cm bilind e. Teyrekî reşbelek û stûdirêj e û pê û nikul sor in. Serçeng û serbask û serbaskveşêr û perên milan yên dirêj reş in. Yê nêr mezintir e ji ya mê. Têjik wekî yê mezin e. Tenê reşatiya çengan û perên milan şûna reşî qehwayî ye. Reşika çavî risasiyekî bi ser şînî ve ye.
Çermê rûsê di navbera binê nikulî û çavî û dormandorî çavan reş e.
Legleg hindek balindeyên mezin û pê û stû û nikuldirêj in. Nêr û mê yek reng in. Nikulên gihaştiyan sor,ên çêlikan reş e. Dema rêveçûnê hêdî gavên xwe diavêjin. Li ser daran û avahiyên bilind û minare û dartêlan hêlînan çêdikin. Xwarina wan behra pitir masî û beq û mar û mêş û mor vekolîne. [Çavkanî: Wikipedia Kurdî]

NIKULHESK – (Platalea leucorodia) ji famîlyaya Threskiornithidae’an li ser avê bi nêrçîrtiya masiyan jiyana xwe didomîne. Ew cureyê xwedî nikulekî cuda ye. Di demsalên biharê de serê wî wek xişikan xuya dike û li ber singê wî deqeke zerik heye.
Parzemîn Solutions